Li gorî daneyên Bîrdarîya Dîjîtal ya jibo jinên ku ji ber tundîyê mirine (Jimêreka Bîrdarîyê – Anit Sayaç), li Tirkîyê ji destpêka sala 2023an heta niha 369 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin.
Jimêreka Bîrdarîyê, ji sala 2008an ve, di derheqê jinên ku hatine kuştin de pêzanînên ku berhev dike, di malpera xwe de diweşîne.
Li gor daneyên Jimêreka Bîrdarîyê, di nav 10 salên dawî de 3919 jin ji ber tundîya zilaman jiyana xwe ji dest dane.
Li Tirkîyê Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) jî li ser tundî û kuştina jinan daneyên ku hatine weşandin her meh dide berhev û li ser malpera xwe li gel daneyên Jimêreka Bîrdarîyê radigîhîne.
Nûnera KCDPê Esîn Îzel Uysal, di nav vê salê de dijwarîyên ku li ser jinan pêk hatine û yên ku ji alîyên zilaman ve hatine kuştin ji Dengê Amerîkayê re şîrove kir.
Uysal, dide dîyarkirin ku di nav 10 salên dawî de li Tirkîyê di kuştina jinan de zêdebûn çêbûye, lê bergirîyên ku dewletê di vî warî de girtine, ti gav neavêtine.
Li Tirkîyê Wezareta Navxweyî jî her sal di kuştina jinan de daneyên fermî dabeş dike. Lê di navbera daneyên fermi û sazîyên jinan de, her dem ferqên mezin dîyar dibin.
Wek nimûne, di sala 2022an de daneyên wezaretê jinên ku hatine kuştin 272 nîşan dide, lê li gor daneyên KCDPê 334 jin bes ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û 245 jin jî bi guman mirî hatine dîtin.
Nûnera KCDPê Uysal, li hemberî daneyên fermî bi guman e. Ew radigîhîne ku sazîyên fermî têra xwe ne zalal e.
“Em hemû daneyên xwe li gorî jinkujî yê amade dikin, lê daneyên ku dewlet radigîhîne li gorî çi amade dike, ne dîyar e. Hejmarên ku dewlet dîyar dike û yên ku em bidest dixwin û diweşînîn ti car hev û din nagrin. Di nav daneyên dewletê de jinkujî jî naxuye. Ji ber vî jî hejmarên ku dewlet radigîhîne gelek ne rast in.”
Li gorî raporta Netewên Yekbûyî (UN) ya sala 2022an li tevahîya dinyayê nêzîkî 89 hezar jin û zarokên keç bi qestî hatine kuştin. Di raporta UNê de tê ragihandin ku di nav 10 salên dawî de li Tirkîyê bi mebest kuştina jinan de meyleke kêm xwe dîyar dike.
Lê li gor daneyên KCDPê di navbera 2013-2023an de, jinên ku ji alîyê mêran ve hatine kuştin wiha tê rêzkirin; di 2013an de 237 jin, di 2014an de 294, 2015an de 303, 2016an de 328, 2017an de 409, 2018an de 440, 2019an de 474, 2020an de 300, 2021an de 280, 2022yan de 334 jin hatine kuştin.
Nûnera KCDPê Esîn Îzel Uysal, beravajî raporta Netewên Yekbûyî radigîhîne ku li Tirkîyê di salên dawî de tundîya li ser jinê û ji alîyê zilaman ve kuştina jianan li Tirkîyê her ku diçe zêde dibe.