Sîyasetvanê Kurd Mehmet Zekî Çelebî ku di 17’ê Gulanê de li Silemanîyê di êrîşek çekdarî de hatibû kuştin, meytê wî ji alîyê malbatê wî ve veguhatin bajarê Wanê. Lê di dema merasîmê de hêzên ewlekarîyê bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî beştervanên merasîmê kirin.
Demek dirêj Parlamenterên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û rûniştvanan li hember êrîşê sekinin û xwastin bi girsehî merasîma Çelebî pêk bînin.Lê hêzên ewlekarîyê bi sedema qedexeya xwepêşandanan ya Walîtîya Wanê ku ji 2016an vir ve her 15 rojan carekê radigihîne, nehiştin girse merasîm û vecîbên olî yên Çelebî pêk bînin.
Birayê Zekî, Fevzî Çelebî bertek nîşanî êrîşa hêzên elekarîyê da û got ku kekê wî ev 13 sal bû, jiber bê adelatîyê jîyanek mişextî dîjî, wan xwast ku hesreta û vasîyeta wî bînin cîh.
“Kekê min sîvîl bû û hate qetil kirin. Ew rûniştvanê vê dewletê bû. Di vê ku serî de dewlet du kujerê wî bikeve, lê em tên asteng kirin. Gelo çima ew hatin kuştin? Em vê yekê qebul nakin.”
Parlamanterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarîsaç derket pêşîya maşîneya zirxî û bertek nîşanî êrîşa hêzên ewlekarîyê da. Lê wan bi ava şit êrîşî Sarîsaç jî kirin. Bi hewildana rûniştvan û sîyasetmevanên Kurd, piştî demek dirêj tarmê Çelebî sipartin axê.
Ji alîyê din vê Walîtîya Wanê cîhê şînê neda malbata Çelebî û wan jî li ber dere xwe şîna Çelebî danîn. Hejmarek zêde rûniştvan ji bajarên derdorê Wanê hatin serdana malbata Çelebî. Parlamantera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan Işık got ku Çelebî endamê partîya wan bû û ew ji ber karûbarê sîyasî hatiye kuştin.
“Bi salan e, gelê Kurd di bin tundîyê de ye. Jiber ku hevalên mina zekî tekoşîna azadîyê didin. Lê jiber vê sekna wan an ew tên koçber kirin, zîndan kirin an jî tên kuştin. Hevalê Zekî endamê HDP'ê bû û wî xebatên sîyasî dimeşandin. Ew jiber van xebatan hate darizandin û ev li sere wî hatin."
Hêjayî gotinê ye ku Çelebî di sala 1999’an de li Wanê bi îdiaya endamtîya Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) bi 36 salan hatibû ceza kirin. Piştî 4 sala ew ji zîndanê derket û neçar ma ku koçî bajarê Silemanîyê kir.
Di 2020’an de dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa derheqê darizandina Çelebî de bîryara “binpêkirina mafê darizandina adilane” da û cizayê wî betal kir. Lê Dadgeha Cizaya Giran ya Stanbolê ev bîryar pêk ne anîbû û li ser vê yekê Parêzerê Çelebî Mehmet Erbil serî Dadgeha Bingehîn ya Tirkîyê dabû û li benda encamê bûn. Lê Çelebî ku ew di heman demî de endamê rêvebirê HDP’ê yê Hewlerê bû, li Silemanîyê hat kurştin û hin jî kujerê wî ne dîyar e.