Duh roja Înê Bajarvanîya Wanê ku di bin rêvebirîya qayûman de ye, destûr neda ku bîlbordên Kurdî yên Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partîyê) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), werin daliqandin.
DEM Partî û DBP bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, bernameya hin rêze çalakîyan ragihandibû û di vê çarçovê de li bajarê Wanê jî biryara daliqandina bîlbordên kurmancî û dimilî dabû. Dema ku bîlbordên Kurdî dihatin daliqandin, ew ji alîyê Bajarvanîya Wanê ve hatin astengkirin.
Dengê Amerîka bi rêya telefonê xwe gihande berpirsê ragihandinê yê bajarvanîyê Fatîh Sevînç û sedema vê astengkirinê pirsî, lê wî çi bersiv neda.
Hevberdevkê Lijneya Çand û Ziman yê Dem Partîyê Heval Dilbihar, bertek nîşanî astengkirina daliqandina bîlbordên Kurdî da û got ev helwest ne mijarek xwecihî ye, lê ew mijara polîtîkaya giştî ya li hember zimanê Kurdî ye.
"Kesên ku bîlbordên Kurdî qedexe dikin, di sazîyên dewletê de ne. Kesê ku bernameyên Kurdî qedexe dike dewlet bixwe ye. Ger polîtîkayeeî dewletê ya pişaftineke rojane, ya helandineke rojane neba, divîyabû derbarê wan şaredaran de çi pêwist dikir, kirîban. Niha mijar qedexekirina şanoya Kurdî an jî bîlboarda Kurdî pir wêvetir e. Mijar neqebulkirina zimanê Kurdî ye."
Dilbahar dibêje ku wan armanc dikir ku bi rêya wan bîlboardan daxwaza qebulkirina zimanê Kurdî bînin ber çavan.
"Bi taybetî di bîboardan de daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî hebû. Daxwaza statûya zimanê Kurdî hebû. Daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî hebû. Dewleta Tirkan zimanê Kurdî wekî fermî qebul nake. Bi tabetî jî sînordarkirinek, dorpeçkirinek û di nava demê de jî armanca helandina zimanê Kurdî heye."
Dilbahar dide zanîn ku ew dê bernemayên xwe yên derbarê zimanê Kurdî de berdewam bikin.
Çavlirêye ku DEM Partî û DBP bi hevra di navbera 18 û 21 Sibatê de daxuyanîyên ragihandinê, meş, belavkirina belavokan û panelan li dar bixin. Herwiha ew ji beştervanan dixwazin ku her kes bi kiras, fîstan, şal û şepik beşdarî bernameyan bibin.