Baroya Wanê bi preskonferasekê bertek nîşanî biryara nepenîyê ya li ser doza destdirêjiya jineneke Afganî dan û gotin ku jiber tawanbarên bûyerê 2 leşkerên Tirkîyê ne, dadgeh dixwaze vê bûyerê ji raya giştî veşêre.
Berya heftîyekê Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê bi îdiaya destdirêjîya jina Afgan ya bi navê L.M. derheqê 2 leşkerên Tirk biryara girtinê û herwiha derheqê dozê jî biryara nepenîyê dabû.
Baroya Wanê dibêje ku armanca biryara napenîyê ewe ku raya giştî ji vê bûyerê agahdar nebe.
Rêvebirê Komîsyona Mafê Mirovan yê Baroya Wanê Mustafa Ozoral, got ku cezanekirina hêzên ewlekarîyê dibe sedema zêdetir binpêkirina mafên penaberan.
Wî got, “Leşker dizanîn ku çi destdirêjîyê bikin, çi sûcî bikin jî dewlet li pişt wan disekine û wan ceza nake. Jiber vê yekê hêz hildidin. Wek bûyera Musa Orhan û Îpek Erê ku Orhan jî fermandarek bû. Leşkerên vê bûyerê jî wisa bi xwe bawer in ku çi ceza nayê li ser wan û bi vê hêz digirin.”
Parêzer Ozoral, dibêje ku wek komîsyonên Baroya Wanê heya ku leşkerên ku berguman werin cezakirin, dê vê dozê bişopînin.
Ozoral derheqê polîtîkayên Tirkîyê yên dijî penaberan de axift û got ku divê Tirkîyê li gor qanûnên navnetewî nêzîkî penaberan bibe.
Wî anî ziman ku “ew penaberên ji sînor derbasî nava Tirkîyê dibin, divê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve qeydên wan were çêkirin û eger derheqê wan de biryara dersînorkirinê derbikeve, divê ew bi rêyên fermî bişînin welatê wan. Lê Tirkîyê dijî qanûnên navnetewî, penaberan bi awayekî ne fermî dersînor dike.”
Hêjayî gotinê ye ku parlamantera Partîya Demokratîk a Gelan ya Wanê Muazzez Orhan İşik ev bûyer bi rêya meclîsa Tirkîyê, pirsnameyek ji Wezareta Berevanîyê şandibû. İşikê ji wezarêtê derheqê bûyerê û lêpirsîna ser leşkeran de agahî xwastibû. Lê heya ku ev raport dihat amade kirin, ji alîyê karbidestên dewletê ve çî bersiv nehatibûn dayîn.