Balafira şer KAAN, ya ku ji alîyê Tirkîyê ve hatiye çêkirin cara yekemîn di 22 Şibatê de hat firandin.
KAAN, bi kordinasyona Serokatîya Pîşesaziya Parastinê ve ji alîyê Sazîya Hewayî û Deryayî ya Tirkîyê ve hate meşandin.
Tirkîye vê balafirê her çiqas bifirîne jî lê çavê wê hê li ser balafirên Amerîkî yên F-16 ne.
Piştî firîna KAAN çapemenîya Tirkîyê bû du beş. Yên ku nêzîkî desthilatîyê ne gelek pesnê KAAN dan, lê çapemenîya ku nêzî opozîsyonê ye, hin ji wan li ser vê firîna balefirê nûçe çênekirin, an jî bi nûçeyên biçûk ev bûyer dîtin.
Desthilatî balafira KAAN her çiqas projeyeke girîn dîyar bike jî lê pispor radigihînin ku pêwîstîya Tirkîyê hê bi balafirên F-16 heye.
Piştî ku Swêd tevlî NATO’yê bû, gotûbêjên herî girîng li Tirkîyê ew bûn ku gelo pêwendîyên Tirkîyê û Amerîkayê wê ber bi başîyê ve biçin an na? Pirseke din jî ew bû ku gelo dê Amerîka balafirên F-16 bide Tirkîyê?
Berdevkê wezareta derve Oncu Keçelî, piştî endamtîya Swêd ya NATOyê ragihandibû ku ev encam pêwîste di navbera Tirkîyê û Amerîkayê de bibe sedemeke erênî û Amerîka di firotina F-16 de rewşeke baş dîyar bike.
Lûtkeya NATOyê wê di Tîrmeha 2024’an de li Washington were çêkirin.
Akademîsyenê Zankoya Teknîk ya Rojhilata Navîn (ODTU) Prof. Dr. Oktay Tanrisever ji Denê Amerîkayê re ragihand ku Tirkîye giringîyê dide firehbûn NATOyê û pêkane ku di lûtkeya NATOyê de pêwêndîyên Tirkîyê û Amerîkayê berbi başîyê ve biçe û di firotina F-16’an de jî geşedanên dîtbar pêk were.
“Kirîna F-16 jibo Tirkîyê girîng e. Heke di vî warî de pêşketinek bibe ez bawer dikim ku di navbera têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê de dê rewşeke baş wê destpêbike. Bi ya min heta lûtkeya NATOyê jî wê rêyên nû vebin. Di vî warî de ez hêvîdarim.”
Pispor serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya Misirê jî qasî pesendkirina endamtîya Swêdê ya li NATOyê girîn dibînin. Ew radigîhînin ku ev sardana Erdogan jî wê pêwendîyên Tirkîyê û Amerîkayê erênî bandorî bike.
Pisporê Têkilîyên Navnetewî Atay Akdevelîoglu ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku hevdîtina Erdogan û Serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî, wê rê ji qonaxeke nû re veke.
Wî go, “Serdana Erdogan ya Misirê wê tenê Tirkîyê û Misirê eleqeder neke. Di rastkirina têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê de jî dê hin tiştan rast bike. Ev serdan bi ya min dê hêsankarîyekê di sîyasete heremî ya Amerîkayê de pêk bîne.”
Li gor Akdevelîoglu, başbûyîna têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê ev 3 sal in, tê hûnandin.
“Pêşketinên van têkilîyan bi pesendkirina endamtîya Swêdê ya li NATO despênekir. Eva 2-3 sal in ku jibo çareserkirina pirsgirêkên Tirkîyê û Amerîkayê xebat têne kirin. Ji ber vê jî têkilîyên herdû dewletan jî bi lez berbi başîyê ve diçin,” Wî got.