Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çawûşoglu û Tillerson Rewşa Sûriyê Guftûgo Dikin


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawûşoglu rewşa dawî ya Sûriyê û êrîşa leşkerî ya Tirkiyê guftûgo kir li gel wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson.

Li aliyekî din, serkirdeyê komandariya leşkerî ya Tirkiyê Hulusi Akar li gel hevtayên xwe yên Rûrya û Amerîka axivî, li gor raportên medya Tirkiyê.

Berpirsên wezareta Derve ya Tirkiyê îro Şemiyê got Tillerson xwestibû li gel Çawûşoglu biaxive.

Berpirsan çi agahiyên berferh nedan.

Êrîşa leşkerî ya Tirkiyê bo Efrînê tê piştî nerazîbûna Tirkiyê li dor ragihandina Amerîka ku ew dê hêzeka ji 30 hezar leşker ava bike bi serkirdayetiya Kurdên Sûriyê li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de.

XS
SM
MD
LG