Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê jiber Şerê Gaza Banga Toleyan Dijî Îsraîlê Dike


Hakan Fîdan
Hakan Fîdan

Wezîrê Derve yê Tirkîyê îro Sêşemê banga toleyan li dijî Îsraîlê kir û daxwaz ji civaka navnetewî kir ku piştgirîya bo Îsraîlê di şerê li Rojhilata Navîn de rawestîne.

Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkîyê, di civîneke nûnerên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de, got “em êdî gihiştine dawîya peyv, diplomasî û siyaseta navnetewî. Divê em dest bi toleyan bikin.”

Tirkîyê bi tûjî rexneyan li Îsraîlê jiber kemepyna leşkerî li Gazayê digire û herwiha jiber şerê ku vê dawîyê li Lubnanê destpê kiriye. Enqere herwiha dibêje ku Neteweyên Yekbûyî nikarîbû toleyan li ser Îsraîlê ferz bike.

Fîdan got ku Îsraîlê heta niha bersiva bangên rawestandina şer li Gazayê nekiriye, û ev jî tê wateya ku “divê civaka navnetewî berê xwe bide kiryarên qanûnî. Divê Îsraîl were boykotkirin.”

Şerê Gazayê berî salekê destpê kir dema ku koma mîlîtan ya Filîstînî Hamas 7ê Cotmeha 2023an êrîş biribû ser Îsraîlê û di encamê de bêtirî 1200 kes hatin kuştin ku piranîya wan sivîl bûn.

Li gor wezareta saxlemîya Gazayê ku Hamas birêve dibe, bêtirî 42 hezar kes li wir jî hatine kuştin. Neteweyên Yekbûyî dibêje ev dane pêbawerkirî ne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG