Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dronek Tirkîyê Hevserokên Dadê yên Rêvebirîya Xweser Dike Armanc


Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê derbarê êrîşeke dronan ya Tirkîyê li herêmê daxuyaniyek belav kir.

Rêvebiriya Xweser di daxuyaniya xwe de nasnameya kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane diyar kir û got:

“Di êrîşa dewleta dagirker a Tirk de hevserokên nivîsîngeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mehmûd û Yilmaz Şêro şehîd bûne.”

Rêvebiriya Xweser herwiha ji malbatên kesên ku di êrîşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane re sersaxiyê xwest.

Di encama bombekirinên esmanî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker yên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Hesekê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Roja sêşemê danê êvarê, gundên navçeya bakurê Hesekê rastî bombebarana bejahî ya tund ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên opozisyonê yên ser bi wan ve hat.

Li gor agahiyên ku jêderekî leşkerî ji Dengê Amerîka re ragihand, gundên El-Mşerfa, Xedrawî, Bobî, Dada Ebdil û El-Esediye yên gundewarên bajarokê Zerkan rastî topbarana dijwar hatin.

Di encama bombebarana gundê El-Mşerfa de Nayîf El-Heyawî û Rima El-Heyawî yekser jiyana xwe ji dest dan.

Li gor heman çavkaniyê di encama bombebaranê de, 5 zarokên din jî birîndar bûne.
Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Gel ay Hesekê ji Dengê Amerîka re ragihand ku 3 kesên ku birînên wan cuda bûn gihiştine nexweşxaneyê.

Herwaha got, keça Sarah Hayawî (13 salî), Cûdî Mihemed Hayawî (3 salî) , jina ciwan Rehaf Îbrahîm Kate (22 salî) bûn.

Roja Duşemê jî, 26'ê Îlona 2022'an de jî droneke Tirkiyê avahiya Rêvebiriya Xweser a herêma Firatê li bajarê Kobaniyê kiribû armanc, lê li gor daxuyaniya Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêvebiriya Xweser a Herêma Firatê, di encama êrîşê de ti zirar çê nebûne.

Li gor agahîyan ku Îro Çarşemê danê sibehê, heta dema amadekirina vê rewşa navçeya Dirbêsîyê,Zerganê,û Bakûrê Tiltemirê bêdengî heye. Û rewş aram e.

Hêjaye gotinê ye ku Zeyneb Saroxan ya ku di êrîşa dirûneke Tirkîyê de jîyana xwe ji dest da, ev çend sal in weke çalavkvanek jin di gelek dezgeh û komleyên mafên jin û zarokan de aktîv bû.

Pişre ew bibû seroka desteya jinê li Rêvebirîya Xweser li Cizîrê , di dawîya meha derbasbûyî ew bibû rêvebira giştî ya ofîsa Dadê li bakûr û rojhilatê Sûrîyê.

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:04 0:00
XS
SM
MD
LG