Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye, Swêd û Fînlandîya Wê di 9'ê Adarê de Jinûve Dest bi Danûstandinan Bikin


Tirkîyê ragihand ku ewê bi Swêd û Fînlandîya re di 9’ê Adarê de jinûve dest bi danûstandinên ser endamtîya li NATO bike.

Enqerê meha borî jiber protestoyên şewitandina Quranê li Stockholmê danûstandin rawestandibûn.

Swêd û Fînlandîya, sala borî piştî ku Rûsyayê Ukrayna dagir kir serî li NATO dan ku bibin endamên tifaqê, lê bi taybetî Swêd bi nerazîbûnên neçaverêkirî yên Tirkîyê re rûbirû ma.

Enqere, Stockholmê bi mazuvanîya komên terorîst tawanbar dike û dibêje bo ew endamtîyê bipejirînin divê karbidestên Swêdî dijî wan koman hin gavan biavêjin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê li Enqerê di preskonferansekê de got ku Swêd hîn jî sozên xwe yên lihevkirina meha Hezîranê bi cîh nayîne.

‘’Mixanbin me gavên hewce yên Swêdê yên derbarê memorandumê nedîtin. Berîya ku em wan gavan bibînin, ne pêkan e ku ew endamtîya Swêdê bipejirînin.’’ Çavuşoglu got.

Di NATO’yê 30 endam hene û bo endamên nû werin pejirandin divê temamê blokê wan bi yekdengî bipejirînin.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG