Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ewê Hewl Bide Endamtiya Swêd Bo NATO Hêsan Bike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku wê hewl bide endamtîya Swêdê ya NATO’yê ji alîyê parlemana welatî wî ve were pejirandin.

Lê Erdogan got ku Stockholmê hîna jî têra xwe dijî çekdarên Kurd gav neavêtine.

Erdogan belgeya pejirandina endamtîya Swêdê ya li NATO’yê di 23’yê Cotmehê de şandibû parlemana Tirkîyê, ku ji alîyê hevpeymanîyê û Stockholmê ve hat pêşwazîkirin.

"Erka me di qonaxa yekê ya endamtîya Swêdê de pêşkêşkirina parlemanê bû, me ew kir," Erdogan di vegera xwe ya ji Kazaxistanê de got.

Serokê Tirk demeke dirêj dijî endambûna Swêdê derket, jiber ku li gor wî Swêd mazûvanîya kesên ku Tirkîyê wek endamên komên terorîst dibîne dikir û rê dida xwepêşandanên şewitandina Quranê.

Erdogan ragihand ku Stockholmê bo astengkirina xwepêşandanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û herwiha ser ambargoya çekan ya dijî Tirkîyê, hin gav avêtine, lê ser çalakîyên PKK’ê li Swêdê pir tişt nekirine.

Erdogan bal kişand ku li parlemana Tirkîyê niha gotûbêjên ser bûdceya 2024’an pêşîtî ye û got ku dibe pejirandina endamtîya Swêdê ya NATO’yê bilez pêk neyê.

"Lê emê hewl bidin ku karê (erêkirina endamtîya Swêdê ya NATO) bi qasî ku ji destê me tê, hêsantir bikin. Emê hewlên erênî nîşan bidin, qasî ku hevkarên me bi erênî nêzî me bibin," wî got.

Divê pêşnûme ji aliyê komîteya karên derve ya parlemantoyê ve beriya dengdana li civata giştî were pejirandin. Wê demê Erdogan wê qanûnê îmze bike.

Li gor rêgezên parlemana Tirkîyê, belgeya erêkirina Swedê, divê pêşî li komîsyona derve ya parlamanê were pejirandin.

Ger belge li komîsyona derve were pejirandin, hîngê wê dengdan li Civata Giştî ya parlemanê ser pejirandina endamtîya Swêdê were kirin.

Heke parlemana Tirkîyê di encama dengdanê de, bipejirîne, Erdogan wê endamtîya Swêdê bi îmzakirinê erê bike.

Lê, ne zelal e ku ew dengdan wê kengî pêk were.

Swêd û Fînlenda sala borî serlêdana endamtîya NATO’yê kiribûn, da ku piştî dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna ewlehîya xwe xurt bikin. Endamtîya Fînlandî di Nîsanê de temam bû, lê serlêdana Swêdê ji alîyê Tirkîyê û Meceristanê ve dihat astengkirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG