Dadgeha Bilind ya Tirkîyê kurtenavê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan, ku berê HEDEP bû û piştre bû DEM Partî, pejirand.
Partîya Çep ya Keskan, Cotmeha 2023'an di kongreyê de navê xwe kir Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan û navê kin jî wek HEDEP ragihand.
Serdozgerîya Komarî ya Dadgeha Bilind ya Tirkîyê dîyar kir ku HEDEP, Partîya Demokrasî ya Gelan (HADEP) ya berê hatiye girtin bi bîr dixe û ew nav qebûl nekir.
Wê serdozgerîyê da zanîn ku navên dişibin hevdu dijî qanûna partîyên sîyasî ne û ji partîyê xwest ku HEDEP’ê biguherîne.
HEDEP’ê li ser wê daxwazê di 11’ê Berfanbarê de kurtenav kir DEM Partî. Ev partî niha amadekarîyê dike ku li rojava û rojhilatê Tirkîyê bi berbijarên xwe têkeve hilbijartinan.
Piştî avabûna DEM Partî, Partîya Çep ya Keskan (YSP) jî jinûve ava bû.
Li gor malpera Dadgeha Bilind, 141 partîyên sîyasî li Tirkîyê hene.
Jêder: Ajansa Mezopotamya