Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Durakoglu: Divê Demîrtaş Serbest Were Berdan


Mehmet Durakoglu
Mehmet Durakoglu

Li Tirkîyê 23 baroyan di daxuyanîyeke hevpar de, banga serbest berdana sîyasetvanê Kurd ê navdar Selahattîn Demîrtaş kirin.

Baroyên wek Îstenbul, Enqere, Îzmîr, Edene û Amed’ê jî di nav de biryara Ciwata Mezin ya Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) hate gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku Demîrtaş tevî biryarên ECHR’ê jî nehat berdan û wiha hat gotin, “Serdozgerîya Komarî ya Enqere di 20 Îlon’a 2019’an de, bi sedema bûyerên 6 û 8 Cotmeh’ê ji nû ve di derbara Demîrtaş de lêpirsîn da destpêkirin. Di vê dosyayê de careke din biryara girtinê hat dayîn. 15 meh ser girtina Demîrtaş re derbaz bû lê hîn jî doz li ser tawanan dijî wî de nehatiye vekirin.”

Serokê Baroya Îstenbul’ê Mehmet Durakoglu jî ser biryara ECHR’ê axifî û dîyar kir ku divê Demîrtaş serbest were berdan.

“Li gor madeya 90’an ya makezagona Tirkîyê bi avayeke zelal dîyar dike ku biryarên ECHR’ê hemî kesî girê dide. Jiber vê jî divê biryarên ECHR’ê jî were bi cîh anîn. Herwiha di hiqûqê de ne pêkan e ku nîqaş ser vê biryarê werin kirin. Jiber ku Tirkîye di peymana ECHR’ê qebûl kirîye mecbur e biryara wê jî bi cîh bîne.”

Durakoglu di domandina axaftina xwe de destnîşan kir ku ECHR di derbarê Demîrtaş de biryara binpêkirina mafan daye.

“ECHR ne dadgeheke ku biryarên dadgehên Tirkîyê ji holê radike û lêkolînan jî nake. ECHR binpêkirina mafan lêkolîn dike. Pêwîst e ku dadgehên Tirkîyê jî van binpêkirinên mafan ji holê rake û li gor ECHR’ê biryar bide û Demîrtaş serbest berde.

Herî dawî Durakoglu jî wek gelek hiqûqzanan da zanîn ku eger Demîrtaş neyê berdan dibe ku Tirkîye ji sîstema Konseya Ewrupa were derxistin.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00


XS
SM
MD
LG