Karbidestê payabilind yê Wezareta Enerjî ya Tirkîyê Yusuf Ceylan îro Sêşemê got ku ew bi Amerîka re ser navendên mezin yên enerjîya navok û çêkirina reaktorên modul danûstandinan dikin.
Ceylan di konferansekê de, ku ser navendên enerjîyê bû, ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re got ku Amerîka jibo Tirkîye kapasîteya xwe ya enerjîya navokî zêde bike û navendên nû çêke, girîngîyeke cidî nîşan dide.
Li ser pirseke derbarê hûrgilîyên projeyan, Ceylan got ku ew ser navendên enerjîyê yên heyî û qadên nû yên navendan dikarin danûstandinê bikin.
‘’Em bi Amerîka re hem ser navendên mezin yên enerjîyê û hem jî ser reaktron biçûk yên modul danûstandinê dikin. Ew eşkerekirina nîyetekê ye.’’
Wî dîyar kir ku ew jibo navenda navokî ya duyê tê plan kirin li Sînop ya Deryaya Reş were ava kirin, bi Koreya Başûr û Rûsya re û jibo navenda navokî ya çaverê ye li herêma Trakya ya li rojavayê bakurê Tirkîyê were ava kirin bi Çînê re danûstandinê dikin.
Kompanîya Rosatom ya Rûsî jibo navenda navokî ya 4800 MW ya pêşî li Tirkîyê xebatên li Akkuyu li herêma Deryaya Sipî didomîne.
Tirkîye plan dike ku sê navendên navokî yên bi çar reaktor ava bike û bi alîkarîya SMR’yan, 20,000 MW çêke.
Jêder: Reuters