Li Enqerê li Navçeya Altindag li Taxa Ornekê di maleke de 5 penaberên Afqanî, li gorî pêzanînên ekîba tendûristîyê, bi kêrê hatin kuştin.
Bêtirî penaberên Afqanî, Sûrî û Afrîqî li Navçeya Altindaxê rûdinên.
Nêzîkî hefteyeke, hevalên wan ji 5 kesî agahî negirtine, li ser vî jî windabûna wan gilîyê polêsan kirine. Li ber vî jî polês çûne navnîşana ku hatîye dîyarkirin û di malê de rastî cenazeyên 5 kesî hatine.
Li ser vê yekê lêpirsîn hate vekirin. Di derheqê vê bûyerê de daxûyanîya yekemîn ji alîyê Walîyê Enqerê hate dayîn. Di daxûyanîyê de wiha hate gotin:
“Li navçeya me ya Altindag’ê di nav meleke de 5 kesên biyanî hatine kuştin. Ev bûyer di bin kontrola Serdozgerê Komerê yê me de bi hemû hêlan ve tête lêkolînkirin. Sedem û kiryarên vê bûyêrê gava were eşkerekirin emê bi raya giştî re parvebikin.”
Serdozgerîya Komarê jî piştî lêkolînkirinê daxûyanîyek da. Di daxûyanîyê de cî dane van dîtina:
“Di 10 Mijdarê 2022’yan de saet 19.30’an gilî hatibû kirin. Navnîşana Navçeya Altindag Taxa Ornek’ê de xanîyê ku hatibû dîyarkirin bi çîlîngîr hate vekirin. Di vê derê de termên 5 kesên bîyanî hatin dîtin. Ev kesana bi amûrên jêkirinê hatine kuştin. Lêkolîna me li ser vê bûyerê didome.”
Kesên ku li vê derê dijîn li hemberî vê bûyerê du nêrînê cûda dîyar dikin. Hin ji van pirsên Dengê Amerîkayê bibersîvin jî lê li ber tirs û parastina ewlekarîya xwe navê xwe nedan.
Şênîyên taxê radigîhinin ku ev der bêtirê wan bi firoştina narkotîk tête nasîn. Pirê ku li vê taxê dijîn jî kesên feqîr û penaber in. Hin kes vê yekê bi rewşeke narkotît ve dibestînin. Lê ji wan hin kes jî dadidin xuyakirin ku ev kuştin di be ku li ber dîzîtî û şêlandinê pêk hatîye.
Di warê resmî de heta niha li ser vê bûyerê daxûyanîyeke nû nehat dayîn. Lê yên ku li vê taxê dijîn dadidinxûyakirin ku her derê taxa wan ji alîyê polêsan ve hatîye dorpêçkirin. Pir kesên vê taxê jî nikarin ku biçin na mala xwe.
Li tevahîya Altindagê penaberên Sûrî di serî de yê Afqanî û Afrîqî ji 100 hezarî zêdetirin. Ev der her çiqas di nav navenda Enqerê de cî bigre jî wek getoyeke tête binavkirin.
Li gorî pêzanînên ku mixtarê Taxa Ornekê daye nêzikî 400-500 malên Sûrî, nêzikî 150-200 malên Iraqî, nêzîkî 80 malên Afqanî hene.
Şênîyê vê taxê li hemberî vê kuştinê di nav fikarekî mezin de ne. Pir caran jî di navbera kesên vê taxê û penaberan de jî qirên têne çêkirin. Pirên şênîyên vê taxê ji penaberan ecizîyên xwe dîyar dikin.
Penaberên Afqanî di nav fikareke mezin de ne. Li hemberî pirsên Dengê Amerîkayê bê deng man. Yek ji wan li ber fikar û tirsê navê xwe neda, lê ragihand ku zirara wan hîç negihîştîye tû kesî. Ew dîyar dike ku şênîyê Taxa Ornekê bi tevahî ji penaberan hez nakin.