Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bertekên Tirkîyê Yên Dijî Şewitandina Quranê Li Swêdê


Xwepêşandaneke lStenbolê li dijî şewitandina Quranê (Arşîf)
Xwepêşandaneke lStenbolê li dijî şewitandina Quranê (Arşîf)

Wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şewitandina Quranê di yekemîn roja Cejna Qurbanê de li paytaxta Swêd Stockholmê, bi tundî rexne kir

Wî got,“Di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de, ez kiryara hovane ya li Swêdê, ku ji dijî Qurana me ya pîroz hate kirin, şermezar dikim”

Li Swêdê ji sala 2020an ve şewitandina Quranê çend caran hatiye rojevê. Di demên berê de li hemberî van şewitandinan ji alîyê polêsan ve asteng hatibûn çêkirin, lê di vê şewitandinê de tê dîyarkirin ku li ber biryara dadgehê polêsan astengî çênekirîye.

Ev yek li tevahîya welatên mislimanan bû sedema bertekên tundî.

Berdevkê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Omer Çelîk jî şewitandin şermezar kir. Çelîk rêveberîya Swêdê di vî warî de rexne kir.

Wî got,“Em helwesta dadgeha bilind a Swêdê ya ku sûcên nefretê dike bi tundî şermezarî dikin.”

Daxûyanîyeke tund ji Cevdet Yilmaz, alîkarê serokê Tirkiyê ve jî hat. Yilmaz ragihand ku pêkan nîne ew van tiştên ku tên kirin di çerçoveya ramanên azad de pêşwazî bikin.

Wî got, “Pêkan nîne em parastina tawanên nefretê di bin navê azadîya derbirînê de bipejirînin. Ev yek derbeyeke mezin li azadîya derbirînê dide. Em van kirinan jî bi tundî şermezarî dikin.”

Himan bertêk ji alîyên Rawêjkarê Sereke yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Serokê Ragihandina Serokomarîyê Fahrettîn Altûn û Cîgirê Grûba AKP’ê Abdulhamît Gul ve jî hatin dayîn.

Di Cejna Qurbanê de, partîyên sîyasî serdanên pîrozbahîyan bo hev kirin û mijara herî sereke şewitandina Quranê bû.

HDP, CHP û gelek partîyên din yên opozîsyonê jî şewitandina Quranê wek bêrêzî nîşan da.

HDPê ragihand ku ev bûyer pêkan nîne ku di nav qada derbirînên azad de were dîtin.

Rayedarên CHPê jî çendîn car şewitandina Quranê rexne kir û ragihand ku şewitandin Quranê bêrêzîye û zirarê dide hestê gelê Îslamê.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekerya Yapicioglu jî daxwûyanîyeke nivîskî da û ev şewitandin bi tundî şermezarî kir.

Pirsa sereke ewe ku ev şewitandina Quranê wê li pêşberî endamtîya Swêdê ya jibo NATOyê bandoreke çawa hebe?

Li gorî daxûyanîya sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenber di 6ê Tîrmehê de astengîyên Tirkîyê yên pêşberî endamtîya Swêdê dê werin gotûbêjkirin.

Raporta Deng/ Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG