Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), ku navenda wê li Parîsê ye, raporta ser binpêkirina mafên rojnamevanan yên sala 2023 weşand.
Li gorî raportê, di sala 2023’yan de li tevahîya cîhanê 521, di nav de jî li Tirkîyê 43 rojnamevan di zinadnê de ne.
Di raportê de tê ragihandin ku berî hilbijartinên parlementoyê û serokomarîyê 13 rojnamevanên Kurd hatine binçavkirin û di nav de jî hê 4 rojnamevanên Kurd di girtîgehê de ne.
RSF, armancgirtinan xebatkarên medyayê wek “çavtirsandin”a rojnamevanan dinirxîne.
Li ser rojnamevanên girtî Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) jî raportek weşand. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku li Tirkîyê ana 58 rojnamevan zindankirîne û piranîya wan jî Kurd in. Altan ev yek wiha anî ziman:
“Li Tirkîyê li gorî daneyên me 58 rojnamevan girtî ne. Di nav de nêzîkî 20 rojnamevan Kurd in. Hevserokê me Dîcle Muftuoglû jî yek ji van girtîyan e. Tevahîya rojnamevanên girtî li ber fikir û ramanên xwe di zindanê de ne”, ji Dengê Amerîkayê re got Altan.
Altan radigîhîne ku di nav sala 2023’an de li ser rojnamevanên Kurd ji 100’î zêdetir doz hatine vekirin û hinceta pirên dozan jî “kirina piropogandaya rêxistinê” hatîye nîşandayin. Altan sala 2023’yan di warê azadîya rojnamevanîyê de wek saleke reş şîrove dike û sedama vî jî bi polîtîkayên desthilatdarîyê yên li hemberî çapemenîya azad amaje dide.
Serokê Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) Kivanç El jî radigîne ku operasyonên ku li xebatkarên medyayê tên kirin û yên ku tên girtin sedama wan bi tevahî çavtirsandina rojnamevanan e.
“Bi kurtasî gef û gur ango çavtirsî dixwazin bikin. Ji kê re dibe bila bibe lê di encamê de vî pîşeyî têk dibe. Gelek hevalên me li ber van binçakirin û girtinan rastî otosansûrê tên. Ev çewsandin bi vê nevê, di rêjeyeke de, bandora gef û guran li ser rojnamevanan dîyar dike. Di berê de jî ev tişt hemû lê di van demên dawî de otosansûr bêtir zêde bûye.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku li gorî raporta Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) di sala 2022’yan de 569 rojnamevan girtîbûne, di sala 2023’yan de jî ev daketîye 521’an.