Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 13 Salan Polîsê ku Zarokê Kurd Birîndar Kirî Hat Cezakirin


Parêzer Murat Tîmur
Parêzer Murat Tîmur

Dadgeha Cezaya Giran ya Elezîzê roja Înê derheqê polîsê bi navê Bahadir Turan de bi sedema ku wî di 2009’an de li Colemêrgê zarokê bi navê S.T. giran birîndar kiribû, bi 6 sal û 3 mehan cezayê zîndanê hat cezakirin.

Parêzerên S.T. ji Edlîya Wanê û Bersuç Turan jî li gel parêzerê xwe bi rêya sîstema deng û dîmenê (SEGBİS) beştarî rûniştina dozê ya 2’an bûn. Turan ku bi darê zorê yên hêzên ewlekarîyê beştarî dozê bûyî bi kurtasî parastina xwe kir û hemî îdiayên dijî xwe red kirin.

Lê di encama darizandinê de dadgehê derheqê Turan de bi sedema ‘bi zanebûn li hember kesekê tundî bikar anîye’ bi 6 sal û 3 meh cezayê zîndanê hat cezakirin. Herwiha dadgehê bîryar daku ew ji peyvîra polîstîyê 4 salan dur bikeve.

Eger Dadgeha Heremî ya Dîyarbekirê cezayê Turan erê bike ew dê bikeve zîndanê û ji peyvira hêzên ewlekarîyê bo 4 salan dê were dur xistin.

Parêzerê S.T. Murat Tîmur dibêje ku heya niha li hember gelek zarokên Kurd sûc hatinekirin, lê cara ewila ku wek bersuç polîsek tê cezakirin.

Wî got:

“Li Kurdistanê heta niha gelek zarokên besuç hatin birîndar kirin û kuştin, lê heya niha çî bersuçên wan ên polîs û leşker ne hatine ceza kirin, an jî bi cezayên pir hindik doz hatine girtin. Jixwe li gor dîtina me dadgerê ve dozê jî nedixwast ceza bide Turan, lê bîryara Dadgeha Qanûna Bingehî pêşîya wan bû ku di wê bîryarê de hatibû gotin ku Turan bo kuştinê li zarok bi navê S.T. daye. Jiber wê bîryarê dadger neçar ma ku bi cezayê herî kêm Turan ceza bike.”

Tîmur got ku ew vê cezayê adilane nabînin û divê li gor bîryara Dadgeha Qanûna Bingehî herî kêm Turan bi 15 salan were ceza kirin. Tîmur herwiha dida zanîn ku ew dê bo zêdetir cezakirin û girtina Turan serî li Dadageha Heremî ya Amedê bidin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ev doza ji alîyê ragiştî ve wek ‘doza quntaxê (dipçik davasi) tê zanîn. Bûyer di 23’ê Nîsana 2009 de li bajarê Hekarîyê ku ew roj li Tirkîyê wek Cejna Zarokan tê pîrozkirin, pêk hatibû. Di dîmenan de hatibû dîtin ku polîs Turan êrîşî zarokê 13 salî yê bi navê S.T. dike. Ew bi quntaxê çeka xwe li serê S.T. dide û dema zarok dikeve erdî tundîya wî berdevam dike û wî li erdî dide ber pehînan. Piştî darizandina 13 salan dadgehê bîryara cezakirina polîs Turan da.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00

XS
SM
MD
LG