PodcastKudî di 21 Adarê 2020an de roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Ji wê demê ve bêtirî yek mîlyon kes li vê weşanê guhdarî kir.
PodcastKurdî di nav xebatên xwe de cî dide analîz, şîrove, çand, huner, wêje, mûzîk, folklor, raport û gelek naverokên din.
Edîtora PodcastKurdî Perîhan Kaya, vê yekê ji Dengê Amerîkayê re şîrove dike.
Kaya, dide zanîn ku di ew weşanên xwe de babetên ku Kurdan eleqeder dike; ji civakê heta xwezayê, ji dîrokê hata jiyana gel cî dinin her cûre mijarê. Ew sedma derketina PodcastKurdî jî wiha dîyar dike:
“PodcastKurdî ji bo çapemenîya Kurd qadeke nû ye. Rojname, televîzyon, radyo, govar, qadên medya civakî jî hene, lê di qada podcastê de kêmasîyek hebû, me jî xwast vê qadê de xizmetê bidin.”
PodcastKurdî li ser hemû qadên Kurdan; “Bakûr, Başûr, Rojava, Rojhilat” heta dîyasporaya Kurdan tê şopandin.
Kaya, radigîhîne ku, ev qada ha ji bo rojnamevanên Kurd him bû qadeke xwederbirînê û him jî ji wan re dahateke aborîyê. Ew vê yekê jî wiha tîne ziman:
“Gelek rojnamevanan bîr û boçînên xwe, nûçe û raportên xwe di ser PodcastKurdî de weşandin. Ev xebatan ji alîyê guhdarvanan ve jî gelek hate ecibandin. Ev qad bû derfetekî aborî jî, lê li ber astengîyên dewletê bandoreke xirab li ser me da, em di warê aborîyê de jî lawaz ketin.”
Li Tirkîyê hin nûçe û raportên PodcastKurdî rastî astengîyên hiqûqî hatin. Herî dawî Dadgeha Qanûna Bingehîn di derheqê dozan de biryara beratê da. Kaya, vê pêvajoyê wiha radigîhîne:
“Em wek qadeke medya civakî rastî astengîyan hatin. Berhemên ku me pêşkêş kir bûn sedema dozê. Lê Dadgeha Qanûna Bingehîn di biryara xwe de ragihand ku ew tiştê ku hatine weşandin ne suce û berata me da.”
PodcastKurdî ji hin fonan alîkarî digre û ji bo rojnamevanên bêkar re jî dibe derfetekî aborîyê. Lê Kaya, radigîhîne ku li ber şer û tevlîhevîyên Rojhilata Navîn û geşedanên Tirkîyê ew di girtina van alîkarîyan de rastî dijwarîya tên.
Şeş kes di PodcastKurdî de raste rast kar dikin û Mehmet Salîh Bedîrxan û Rabîa Çetin Koordînatorîya wê birêve dibin. Lê li hemû beşên Kurdan yên ku raport, nûçe û dosya dişînin û vê podcastê ji bo xwe wek qadeka kar dibînin hene.