Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje Wê 20 Endamên PKKê Li Bakurê Îraqê 'Jinav Birine'


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro Şemiyê ragihand, ku Tirkiyê êrîşên esmanî li bakurê Îraqê pêk anîne û di encamê de 20 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) “ji nav birine” û 29 bingeh jî wêran kirine.

Ev êrîş tê piştî ku hejmarek serbazên Tirkiyê di pevçûnan de roja Înê hatibûn kuştin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya X de ragihand ku li herêmên Xakurk, Metîna, Gara û Qendîlê yên Herêma Kurdistana Îraqê operasyonên esmanî hatin kirin. Hat gotin ku di nav armancan de şikeft, stargeh û cihên petrolê hene.

Wezaretê herwiha got ku operasyonan 20 çekdar li herêmê "jinav birine". Enqerê bi gelemperî peyva "jinavbirin" bi wateya kuştinê bikar tîne.

Wezaretê piştî bûyerê ragihand ku di şer û pevçûnên roja Îniyê yên bi PKKê re, 9 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê PKKê, hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistana Îraqê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji ber kuştina leşkerên Tirkiyê sersaxiya xwe li ser platforma medyaya civakî X ragihand.

Li aliyekî din, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di encama hilmetên serdegirtinên li 32 parêzgehên Tirkiyê de 113 kes bi gumana têkiliya bi PKK’ê re hatine binçavkirin.

Di heman demê de, ajansa nûçeyan a dewleta Tirkiyê Anadolu got ku berpirsekî payebilind ê PKK li Îraqê, Faik Aydin, di operasyona wan de hatiye kuştin.

Hêzên Tirkiyê di çarçoveya êrîşa wî welatî li dijî çekdarên PKKê de, li Îraqê operasyoneke der-sînorî ya navê "Pençe-Kilît" pêk tînin.

PKK, ku ji aliyê Tirkiyê, Amerîka û Yekîtiya Ewropî ve weke komeke terorîst hatiye binavkirin, di sala 1984'an de li dijî dewleta Tirk çek hilgirtine.

Çavkanî: Reuters/AP

XS
SM
MD
LG