Îro Duşemê parlementoya Tirkîyê dest bi karê vê heftê kir. Di rojeva hikûmetê de guherandina Destûra Bingehîn û 9’emîn Pakêta Dadwerîyê cî digire.
Sibê jî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Partîya Gel ya Komarê (CHP) dike. Dibe ku CHPê di derheqê Destûra Bingehîn de nêrîna xwe pêşkêşî Erdogan bike.
Lê li vê derê pirsa girîng ew e ku, piştî cezayên li ser Doza Kobanê hatin birîn û qayumê ku li ser şaredarîya Colemêrgê hate destnîşankirin şûnda gelo Kurd li guhertina Destûra Bingehîn çawa temaşe dikin?
Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Oztûrk Turkdogan ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku ew partîyeke têkoşînê û muzakereyê ne, çi geşedan dibe bila bibe pêkan nîne ku ew ji têkoşîna aşitîyê dest berdin.
Ew dibêje, “Destûra Bingehîn em wek pêvajoyeke çêkirinê dibînin. Ev ne pêvajoyeke nivîsandinê ye ya muzakereyê ye. Ev jî bi civakê re pêkan e were nîqaşkirin. DEM Partî, partîyeke têkoşîn û muzakereyê ye.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan piştî destnîşankirina qayumê got ku, “A rastî van tiştên ku li Colemêrgê kirin, di derbarê naveroka destûra nû de jî hin tişt dan me.” Bakirhan ev yek jî wek pûçkirina guhertina Destûra Bingehîn nirxand.
Nerîna partî û sîysasetmedarên Kurd yên din jî di guhertina Destûra Bingehîn de çiqas erênî be jî lê pirê wan li vê yekê bi guman temaşe dikin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Alaaddîn Aras, ji Dengê Amerîkayê re li ser guhertina Destûra Bingehîn axivî.
Ew dibêje, “Heke makezagoneke nû were çêkirin û Kurdan jî bipejirîne, girîng e. Lê di vî warî de ti bawerîya min tunene. Ji bo ku sîyasetmedarên Tirkîyê ne Kurdan ne jî zimanê Kurdan dipejirînin. Di demeke wiha de ev nepejirîn şermeke mezin e. Heke di makezagoneke nû de mafên Kurdan cî negre, pêkan nîne ku aşitî jî were Tirkîyê.”
Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan jî li ser guhertina Destûra Binghehîn got, “Heke destûreke nû were çêkirin pêdivîye ku rewşeke demokratîk hebe, lê ana li Tirkîyê ew rewş nîne. Li Tirkîyê pirsgirêka herî mezin ya Kurd e, lê di vî warî de ji ti bernameyeke wan nine.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku di nav Kurdan de jî guhertina Destûra Bingehîn girîn tê dîtin, lê piranîya wan jî di nav fikaran de ne. Ji ber ku bawerîya kesî bi pejirandina Kurdan nîne. Wek nîmûne Haydar Cîhaner bi xwe ji mamostatîyê xanenişîn e. Ew dibêje:
“Pêwîstî bi makezagoneke nû heye. Ji xwe makezagona heyî ya dema derba leşkerî ye. Lê li vê derê ti baweriya min nîne ku ew makezagoneke demokratîk biwxazin. Heke were guhertin jî bi ya min Erdogan dê bêhtir bibe otorîter.”