Li Tirkiyê dengê Kurdan di hilbijartinên 31 Adarê 2024’an de careke din roleke stratejîk lîst.
Li Stenbolê, namzedê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu ji 51.14% deng girt û bû şaredarê wî bajarî.
Lê namzedê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Murat Kurum ji 39.59% deng girti û li hemberî Îmamoglu winda kir.
Namzeda Stenbolê yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, piştî hilbijartinê di perskonferansekê de ragihand ku li Stenbolê serkeftina Îmamoglu bi sayeya dengê Kurdan pêk hatîye.
Beştaş got,“Îmamoglu bila nebêje ev deng yê min e. Ev deng yê wî nîne. Hilbijêrên me dengên xwe dan wî. Ji bo çi? Ji bo cezakirina AKP’ê. Xwastin bersîva AKP’ê bidin.”
Li tevahîya Stenbolê rêjeya DEM Partîyê nêzîkî ji 10% ye. Le namzedê DEM Partî’yê Beştaş li vê derê ji 2.12% deng girt. Li gor DEM Partî’yê dengên wan yên din bi tevahî çûne Îmamoglu.
DEM Partî li herêma Kurdan 10 bajar, 65 navçe û 10 belde, ango bi tevahî 85 şaredarî bi dest xist.
Di 1 Nîsanê de Tirkîye bi tabloyeke nû hişyar bû. AKP, piştî 22 salan şûn ji 35.49% deng girt bû partîya dûyemîn, CHP jî piştî 47 sal şûn de ji 37.77% deng girt û bû yekemîn partî.
Pirsa sereke ewe ku di dema hilbijartinê de sîyaseta ku li ser Kurdan hatibû duristkirin, gelo di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de wê tabloyeke çawa derxîne holê? Anjî windakirina AKP’ê û serketina CHP’ê bandoreke çawa wê bide ser vê meselê?
Rêvebirê Lêkolîna Rawest Roj Esîr Gîrasun, ev encama ku derket ji Dengê Amerîkayê re nîrxand. Girasûn radigîhîne ku li gor vê encamê çaraserkirina pirsgirêka Kurd êdî pêkan nîne:
“Bi ya min êdî pêkan nîne ku pêvajoya aşitîyê were rojevê. Şeva hilbijartinê desthilatîyê winda kir û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan himan şevê de behsa operasyonên bakûrê Sûrîyê û bakûrê Iraqê kir. Ev herdu sînyal nîşan didin ku Erdogan wê di polîtîkayên xwe yên berê de birêve biçe. Bi ya min di çareserkirina pirsgirêka Kurd de gaveke erênî neyê avêtin.”
Di 1 Nîsanê de Desteya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê ji ber hin hincetan nexwast ku mazbatayê bide şaredarê DEM Partî yê Wanê Abdullah Zeydan.
Pisporên sîyasî dibêjin bûyerên ku li Wanê qewimîn polîtîkaya desthilatîyê di warê nêzîkbûna pirsgirêka Kurd de xwe dîyar kirîye, ev jî çareserîya berdewamkirina ne çareserîyan e.
Dîrektora Giştî ya Navenda Lêkolîna Qada Sosyopolîtîk Yuksel Genç ev encamên derketî ji Dengê Amerîkayê re rave kir û li ser rewşa Kurdan wiha rawestîya:
“Kurd radigîhînin ku ew di hilbijartinan de serkeftî bûne û dersa desthilatîyê jî dane. Li gor wan êdî wê qayûm neyê destnîşankirin. Berdxwedana Wanê jî wek parastina şaredarîyan tê şîrovekirin. Lê di şeva hilbijartinê de qisedana Erdogan û Serşêwirmendê Serokomar Mehmet Uçum pêvajoya şer nîşan dide. Wisa dîyare ku desthilatî bi operasyona wê pirsgirêka Kurd alîyekê de li ser opozîsyonê wek darê zorê bikar bîne, di alîyê din de jî bi vî hin qadên desthilatîyê wê biparêze.”
Hêjayî ragihandinê ye ku serokomarê Tirkîyê Erdogan û Wezîrê Xezînê û Malîyê Mehmet Şîmşek wê di meha Gulanê de serdana Amerîkayê bikin. Çavkanîyên diplomatîk radigîhînin ku piştî serdana Amerîkayê sîyaseta Tirkîyê ya dahatû him di warê aborîyê de û him jî di warê pirsgirêka Kurd de bêtir zelal be.