Li Tirkîyê 6 mîlyon û 950 hezar û 142 xwendevanên zanîngehê hene. Ji van ji sedî 13,67 di wargehên xwendevanan yê dewletê de ne, ji 86,33 jî an bi serê xwe an jî bi hevalên xwe re xanî kirê kirine û kêm ji van jî li gel malbata xwe ne.
Li herêma Kurdan gelek xwendevan her sal jibo xwendina zankoyê diçin bajarên Tirkîyê.
Piraniya wan rastî pirsgirêkên starbûn û aborîyê tên, hin ji van jî ji ber bêderfetîyan ji xwendinê destberdidin û paşta vedigerin bajarên xwe.
Alî Ozcan, ji gundê Mûşê hatîye Enqerê û li vir beşa mîmarî dixwîne. Derfetê malbata wî nîne ku ewî bide xwendin. Jêre wergehê dewletê deneketîye û li gel hevalên xwe mal kirê kirîye. Malbata wî nikare ku jê re pere bişîne, lewre Ozcan di hêleke de restorantan de dixebite di hêla din de jî perwerdeha xwe didomîne:
“Ez ana xwe di cîyekî biyan de dibînim. Xwendin ji xwe dijware, lê bêderfetî xwendina min bêtir dijwartir dike. Malbata min li gund e û îmkanê wan tune ku min bidin xwendin. Ez jî naxwazim li ser wan bibim bar, li ber vî jî ez diçim di xwarinxaneyan de garsonîyerî dikim”, Alî Ozcan ji Dengê Amerîkayê re got.
Pirsgirêk xwendevanên Kurd bes tenê kêmasîya aborîyê, ew di nav civaka Tirk de jî xwe bêewle û tenê hîs dikin. Dema ew di navbera xwe de Kurdî qise dikin jî rastî cûdatîyan tên. Ozcan van kêşeyên ku dije wiha tîne ziman:
“Em di nav tengezarîyeke de dixwînin. Di zankoyê de gava em bi Kurdî qise dikin rastî heqeretan jî tên. Rêveberîya zankoyê ji xwe li xwendevanên Kurd baş temaşe nake. Gava em tiştekê bêjin em dibin sucdar, li ber vî jî xwe neparastin jî êşeke din dide ser dilê me.”
Devrancan Gunhan, ew bi xwe ji Cûlemergê jibo xwendinê hatîye Enqerê. Gunhan radigîhîne ku di warê aborî de kêşeyeke wî nîne, malbata wî piştgirîyê dide wî, lê gazîncê Gunhan li ser naveroka perwerdehê ye:
“Ez xwe li vê derê bin zextekî mezin de dibînim. Dema di pas an jî metroyê de bi hevalên xwe re em Kurdî qise dikin ew nêrîna çewsîner li ser xwe hîs dikin. Carna bila pirsgirêk çê nebe em Tirkî diaxivin. Ez beşa dîrokê dixwînim. Di dîrokê de ti gav navê Kurd an jî Kurdistanê derbas nabe. Selahattîn Eyyûbî Kurd e, lê ew ewî jî wisa nîşan nadin. A rastî êdî ev tiştan me ji xwendinê jî durdixin”, ji Dengê Amerîkayê re got Devrancan Gulhan.
Pirsgirêka aborîyê wek pirsgirêkeke serek derdikeve pêş. Gunhan tengasîyên ku hevalên wî dikşînin jî wiha tîne ziman:
“Ana di warê aborîyê de kêmanîya min tune, lê a rastî gelek havalên min ji ber bê derfetîyan li ku ne wê ji xwendinê dest berdin. Hin ji van roj heye nan nabînîn ku bixwin. Heya ji me tê em alîkarî didin, lê pêwîsete van pirsgirêkan dewlet çareser bike û dewlet jî çareser nake.”