Di 1 Cotmeha 2023’yan de wê Meclîsa Neteweyî ya Mezin ya Tirkîyê (TBMM) vebe. Di mijara meclîsê de guherandina Qanûna Bingehîn (Makezagon) cîyê herî sereke dirgre.
Serokê Giştî yê Partîya Dema Zêrîn ya Dengê Tirkîyê (SES) Ayhan Bilgen ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku heke li Tirkîyê tê xwastin ku Makezagon were guherandin, pêdivîye ku tê de Kurd jî cî bigrin. Bîlgen di vî warî de avêtina her gavekê girîng dibîne:
“Di warê piranîparêzîyê de heke em gaveke erênî bavêjin li gor min ev girîng e. Di guherandina Makezagonê de gaveke wiha were avêtin ez bawer dikim ku di çereserkirina pirsgirêka Kurd de jî dê derîyek were vekirin. Na heke wek berê biçin û bêjin emê vê napejirînîn, emê vê neguherin, ango Kurdan nebînîn, wê gavê jî dê ti pêşketinek nebe.”
Makezagona Tirkîyê piştî Derbeya Leşkerî ya sala 1980an, di sala 1982’yan de hatibû çêkirin.
Serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di salvegera 43’emîn ya Derbeya Leşkerî de jibo guherandina Makezagonê bangî opozîsyona kir û got, “Werin em di meclîsê de danûstandin jibo destûra bingehîn ya nû û sîvîl bikin.”
Jibo guherandina Makezagonê jî 360 deng pêdivî dike. Desthilatîya Tirkîyê bi tena serê xwe têrî vî hejmarî nake. Lê li gor nîşanadana hejmarên Meclîsê tevahîya dengên Hevpeymanîya Komarî 321 e, yê mayî 279, dengên tevahîya opozîsyonê ye.
Ayhan Bîlgen, radigîhîne ku di gherandina Makezagonê de pêwîste ku tevahîya Tirkîyê li ser lihevkirina bi tevahî vê Makezagonê çêke. Bîlgen amaje dike ku heke opozîsyon li hemberî vîya astengîyeke neke û tê de ew jî roleke erênî bilîze dibe ku pêkve gavekî erênî û mezin were avêtin.
“Bi ya min ji bo vê Makezagona nû pêwîstî bi lihevkirineke tevahî ye. Heke gaveke biçûk be jî pêdivîyeke ku erênî em bikaribin nêzîk bibin. Di vî warî de barek jî dikeve ser milê opozîsyonê. Heke opozîsyon disa wek berê bêje ezê dest nedim vîya, ezê evî negorînin wê gavê jî hîç tîştek pêş nakeve. Di gorandina Makezagonê de wêrekî pêdivîye. Heke desthilatî û opozîsyon pêkve bi wêrekî nêzîk bibin ez bawarim ku makezagoneke demokratîk pêkane çêbe.”
Pisporên sîyasî jî pêdivî bi Makezagoneke demokratîk dibînin, lê hin ji wan, herçendî helwesta hikûmetê bi şiklekî erênî bibînin jî, ew di warê gavavêtinê de gumanbar in.
Zanyarê sîyasî Berk Esen jî yek ji wan kesan ne ku guman hene. Esen, di warê grherandina Makezagonê de dema helwesta Erdogan ji Dengê Amerîkayê re şîrove dike, balê herî zêde dikşîne ser 20 salên desthilatîyê:
“Desthilatîya AKP’ê 20 salên xwe borand. Heta niha jî gavên ku avêtine li dijî demokratîkbûnîyê ne. Bi ya min, Erdogan dixwaze bi qanûna nû vê rejîma otorîter bihêztir bike.”
Heta niha jî li ser daxwaza Erdogan, ji alîyê opozîsyonê ve ti alîkarîyeke erênî nehatîye kirin. Partîya Gel ya Komarê (CHP) û Partîya Çep ya Kesk (YSP) li ser van daxwazên Erdogan bi erênî nêzîk nebûn.