Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Daxuyanîyên Tund yên Rêberên Îraqî Protesto Dike


Tirkîyê roja Pêncşemê gazî nûnerê payebilind yê Bexdayê kir jibo parastina biryara xwe ya destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî çekdarên Kurd li bakurê Îraqê.


Karmendê Îraqê di wê rojê da hat gazî kirin ku karbidestên li Bexdayê îdiaya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoganî red kir ku ew piştgirîya êrîşê dikin.


Tirkîyê roja Yekşemê dest bi helmeta xwe ya sêyem li bakurê Îraqê kir, bi bikaranîna hêzên taybet û dronan êrîşî şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirin.

Erdoganî roja Çarşemê gotibû ku bizava Tirkîyê ya ser çîyayên Herêma Kurdistana Îraqê bi "hevkarîya nêzîk ligel hikûmeta navendî ya Îraqê û rêvebirîya herêmî li bakurê Îraqê" hatiye kirin.

Lê, Wezareta Derve ya Îraqê got ku îdiaya Erdogan ne rast e. Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê jî hevkarî û beşdarîya di êrîşa Tirkîyê de red kir.

Wezareta Derve ya Tirkîyê bi daxuyanîyeke nerm got ku wê bang li nûnerê Bexdayê kiriye ku nerazîbûna xwe li hember wan îdiayên bê bingehyên li Îraqê ragihîne.

"Heta ku karbidestên Îraqî gavên berbiçav û bibandor li dijî terorîstan neavêjin û metirsîya wan ji Îraqê berdewam be, welatê me dê li ser bingeha mafê xweparastinê bergirîyênên pêdivî bigire," Wezareta Derve ya Tirkîyê got.

Hinek şîrovekar bawer dikin ku tevî nerazîbûnûn fermi, rêberên Îraqî bi taybetî kêfxweş in ku Tirkîye êrîşî PKKê dike.

Êrîşa Tirkîyê piştî du rojan ji serdana serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê, Mesrûr Barzanî destpê kir, ku tê gotin ew li ser planên Enqerê hatiye agahdar kirin.

XS
SM
MD
LG