Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dubendîya Civakên Tirkîyê Di Sedsalîya Damezrandina Komarê De


Tirkiyê sedsaliya damezrandina Komara xwe ya modern pîroz dike. Ew komara sekyolera ku li ser paşmaya Împiratoriya Osmanî hatî avakirin.

Kamal Ataturk, efserê ku li cem Tirkan weka qehremanê Şerê Cîhanî yê Yekemîn li dijî hêzên dagîrker tê naskirin, û pêşengiya şerê serxwebûnê kiribû, di 29'ê Cotmeha 1923'an de damezrandina Komara Tirkiyê ragihand.

Li vê bîreweriyê, wek edet serok Receb Tayip Erdogan qevdek gul li ser gora Ataturk danîn û silav da çend dîplomatên bîyanî yên ku hatin pîrozbahiyê.

Lê bi giştî, hikûmeta Erdogan ev bîreweriya hind giring ji Tirkiyê re bi şahiyek aram û bê qerebalix pîroz kir. Helbete hevdemê ku şerê Îsrael û Hemasê sîbera xwe bi ser tevaya rûdanên cîhanê de girtîye û serok Erdogan, bi şêweyekî Tirkiyê beşdarî vî şerî kirîye bi ragihandinek pir kêşedar dema gotî, “Hemas ne rêkxistiyeke terorîst e.”

Bêguman kêşeyên navxweyî, rewşa xirab a aborî, wêrankariya ku erdhejên Şubata îsal li dû xwe hiştinî, ne sedemên derbazbûna bi bêdengiya vê bîreweriyê bûn. Lê di nav Tirkan de deng hene dibêjin, Erdogan û AKPê, Tirkiya ji ser rêka komara sekyolera Ataturk lada ye û hewil dide bîreweriya Ataturk ji bîrmendiya giştiya gelê Tirkiyê bibe.

Rexnwgirên Erdogan bingeha helwîstên hikumeta wî li hember şerên cîhanê û bi taybetî ragihandinên wî ku “Hemas ne rêkxistiyeke terorîst e” vedigere rehên Îslamî yên serhildana wî wek rêberekî siyasî û pêkhatê partiya wî ya desthilatdar AKPê ku li ser paşmaya tevgereka siyasî ya Îslamî hatiye damezrandin û ji wir hêza xwe girtiye.

Şaredariyên çend bajarên ku partiyên rikeberên AKPê birêve dibin, bîrewerîya sedsaliya damezrandina Komara Tirkiyê gurtir kirin.

Meral Aksener, seroka IYI Partî ya navenda-rastgir a muxalefetê, hikûmeta Erdogan tawanbar kir ku çi delîve ji dest nedane da ku "pîrozbahiyên sedsaliyê werin jibîrkirin."

Xanim Aksener û gelekên dî bawer dikin ku mîtîngeka girseyî ya alîgiriyê ji Filistînyan re, ku tê de Erdogan rexneyên xwe li dijî Îsraîlê tundtir kirin, bi taybetî hat rêkxistin rojekê berî bîreweriya sedsaliya damezrandina Komara Tirkiyê, da ku sîha xwe bi ser pîrozbahiya sedsaliyê de bigire.

Gul Erbil, derhênerê filîman yê 66 salî gote Suzan Rraser ya Associated Press “Hikûmetê her tişt kir da ku ev pîrozbahî bên jibîrkirin û bihayê wan kêm bike.”

Dr. Jan Îlhan Kizilhan, Profesorê derûnnas, pisporê trawmayê, rojhilatnas, û birêveberê Enstîtuya Zanistên Tenduristiya Transkultural li Zanîngeha Baden-Württemberg, Almanya, di peyamekê X de nivîsîye, “Ma qeyî wataya vê sedsaliyê çi ye? Eşîra min ya zêdetir 20 hezar kesî, şer kir lê reviya Îraq û Sûriyê. Bapîrê min hemû ax û milkê xwe jidestda. Mamê min kuştin. Navê êla min jî, kirin Tirkî. Dê û bavê min reviyan. Wan zilm û zordarî dîtin, nasnameya wan jî înkar kirin.”

Digel ragihandia Komara Tirkiyê, Ataturk dest da jimareka reformên bineretî bi armanca ku berê Tirkiyê ya bi pirraniya Misilmanan bide ser şêwazê jiyana rojavayî - Ewropiyan. Wî dawî bi xelîfetê anî, rastnivîsa Tirkiyê ji pîtên Erebî bi alfabeya Latînî guhert û mafê dengdanê da jinan.

Lê ne hemû civakên Tirkiyê bi reformên Ataturk dilxweş bûn. Erdogan û piştevanên wî yên oldar şanaziyê bi dîroka Împiratoriya Osmanî û Îslamî ya Tirkiyê dikin.

Li gora şopînerên siyasetê li Tirkiyê, Erdogan rêz û hurmetê dide destkeftên leşkerî yên Ataturk wek efserekî Împaratoriya Osmanî, lê kêm caran pesnê destkeftên wî ji gelê Tirkiyê re, yên serdema komarê dide.

Beşek ji vê raportê ji AP hatiye wergirtin

XS
SM
MD
LG