Pispor radigîhînin ku di nav van salên dawî de aborîya Tirkîyê her roj berbi xirabûnê ve diçe.
Piştî hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan li Tirkîyê kabîneya nû hate ser kar û li ser bilindkirina faîzê sîyasetek da pêşîya xwe.
Dema ev kabîne hate ser kar, ew dem faîz 8,5% bû. Di nav 8 mehen de ev rêje bû 42,5%.
Wezîrê Darayî û Xezîneyê Mehmet Şimşek, sozên ku ji bo gel dabûn heta niha jî neanîne cîbicîkirin.
Akademîsyena Zanîngeha Koç Prof. Dr. Selva Demîralp û aborînas Ahmet Mufît him rewşa aborîya Tirkîyê û him ev faîzê ji Dengê Amerîkayê re nirxandin.
Selva Demîralp radigîhîne ku li Tirkîye êdî di warê siyaseta fazîzê de Tirkîye hatîye hedê dawî, dibe ku hin siyasetên din biceribîne.
“Bi ya min ev siyaseta hikûmetê hate dawîya sînorên xwe. Ez bawer nakim ku ewê vê rêjeyê derxînin 45%. Dibe ku hin rêyên din biceribînin û pêkane ku hin bacên neyekser zêde bibin.”
Demiralp dide zanîn ku hikûmet jibo ku bi enflasyonê re têkbikoşe û serkeve, bi van siyasetên pihêt an jî teng berdewam bike.
Banka Navendî ya Komara Tirkîyê (TCMB) di çarçoveya bernama Modela Aborîyê ya Nû di sala 2021’an de heta 2023’yan faîz 19% bû, lê di Rêşemîya 2023’yan de bi fermana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ev yek daxistin 8,5%.
Aborînas van daxistin û bilindkirinan li gor rêbazên aborîyê erênî nabînin. Li gor wan heke tê xwestin aborî seqamgîr be, pêwîste di nav sîyaseta Tirkîyê de jî guhertin werin çêkirin.
Aborînas Ahmet Mufît ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku Tirkîyê di warê siyaseta faîzê de, dibe ku êdî zêde neke lê belê daxîne.
“Bi ya min hikûmet dibe ku di nav vê salê de hin guhêrandinên radîkal bike. Dibe ku van siyasetan jî di meha Îlonê de têxe merîyetê. Ez wisa dibînim ku ewê siyasetên berfirehkirinê bidin pêşîya xwe û herî dereng jî di meha Îlonê de faîzê daxînin.”
Ana li Tirkîyê rêjeya faîzê 42,5% ye, lê heta niha jî di warê enflasyonê de daneketinek çênebûye. Her meh rêjeya enflsayonê bilintir dibe. Ji ber vê jî enflasyon di nav jiyana gel de xeterebûna xwe didomîne.