Di 1’ê Cotmeha 2024’an de parlementoya Tirkîyê vedibe. Ji ber vê jî nîqaşên li ser makezagoneke nû, car din ketin rojevê.
Makezagona Tirkîyê ya ku ana di merîyetê de ye ji alîyên leşkeran ve di sala 1982’yan de piştî derbeya leşkerî pêk hatibû. Ji ber vê jî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de destnîşan kir ku makezagona heyî makezagoneke darbeyê ye.
Hiqûqzan Pinar Hacibektaşoglu ji Dengê Amerîka re axivî û got ku makezagona heyî dijî demokrasîyê û azadîyê ye û îro bersiva pêdivîyên civakê jî nade.
“Makezagona me makezagoneke ku bi tevahî li ser mêzê hatîye nivîsîn, bêyî beşdarîya civakî û înîsiyatîfa sîvil e. Ev rewş li pêşiya makezagoneke demokratîk û azadîxwaz astengî derdixe. Ev jî bi daxwaz û pêdivîyên civakê re nagunce. Hin kes dibêjin ‘Gelek xalên makezagonê hatine gorandin, ma çi maye?’ lê ev bi tevahî ne raste. Xalên ku hatine gorandin piranî bi pergala parlementeriyê û avakirina saziyan ve girêdayî bûn. Lê pêdivî bi guherîneke giştî heye.”
Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş, partîyên ku grûpa wan di nav meclîsê de heye, bi serokê wan re yek bi yek hevdîtin çêkiribû û ji wan daxwaz kiribû ku pêşnîyarên xwe heta meha Cotmehê pêşkêş komîsyonê bikin.
Partîya desthilatdar AKP li gel MHP’ê ana pêşengîya vê guhartinê dike. Lê opozîsyona Tirkîyê di gelek warî de wek desthilatê li vê guhartinê temaşe nake.
Heta niha opozîsyonê li ser guhertina makezagonê pêşnîyareke pêşkêşî meclîsê nekirîye lê dibe ku di destpêka meha Cotmehê de pêşnîyarên xwe bikin. Lê Partîya Doza Azad (Huda Par) li ser guhartina makezagonê nîqaşek da destpêkirin.
Serokê Giştî yê Huda Par’ê Zekerîya Yapicioglu ragihand ku bila xala 4’emîn ya makezagonê were guhartin. Di vê xala 4’emîn de wiha tê nivîsîn:
“Li gorî bendê ku di madeya 1’ê ya destura bingehîn de hatiye diyarkirin ku şêweya dewletê Komarî ye, şêwazên Komarî yên di madeya 2’yê de û bendên madeya 3’ê de nayên gunertin û guhertin jî nayê pêşnîyarkirin.”
Sê madeyên yekem yên makezagonê xeynî Tirkan ti neteweke din napejirîne. Yapicioglu vê madeyê dijî mafên giştî dibûne û daxwaza rakirina dike.
Di derbareyê guhertina makezagonê de CHP heta niha pêşnîyareke neyne jî lê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bi tundî dijî daxwazên Zekerya Yapicioglu derket û Huda Par wek mîkrop tewanbar kir:
“Tu nikarî mîkrobekê jiber sedema nexweşiyê hesab bikî. Mîkrob mîkrob e. Lê yên ku dibêjin em netewperwer û kevneperest in, bi taybetî jî Erdogan, ku Huda Par li ser milê wî yê rastê ye, li milê din jî Bahçelî dipirsim: Tu ji vê Huda Par re çi dibêjî?”
DEM Partî’yê jî heta niha pêşnîyareke pêşkêşî meclîsê nekirîye, lê daxwazê DEM Partî jî li ser demokratîkirina makezagonê ye û gelek caran jî ev pêşnîyarên xwe bilêv dikin.
Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (Hak-Par) Duzgun Kaplan ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku heke makezagona ku Kurdan napejirînê dê li Tirkîyê pêkan nîne serkeftî bibe.
Di xalên makezagonê de heta niha li ser Sîstema Hikûmetê ya Serokomarîyê guhartin hatin kirin. Prefesorê Hiqûqa Makezagonê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu ji Dengê Amerîkayê re rahgihand ku pêdivî bi guhertina Sîstema Hikûmetê ya Serokomarîyê heye.
“Armanca sereke ya guhartina makezagonê ew e ku ji nû ve avakirina hikûmeteke ku li pêşberî parlamentoyê berpirsyar be. Li şuna pergala hikûmetê ya ku di sala 2017’an de hat hilweşandin, divê prensîba berpirsyariya siyasî bê qebûlkirin û hevsengîya destûrî û mekanîzmayên kontrolê ji nû ve bên avakirin. Niha xalên otorîter ji xalên makezagonê yên demokratîk girîngtir in.”