Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Astengkirina Instagram Fikarên Sansurê li Tirkîyê Xurt Dibin


Sazîya Enformasyon û Teknolojîyên Zanistî ya Tirkîyê (BTK) jiber ku Instagramê peyamên sersaxî yên derbarê kuştina rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîye qedexe kirine, destûra wê kompanîyê li Tirkîyê qedexe kir.

Biryar bandora xwe li ser bi mîlyonan kartînerên Instagramê yên li Tirkîyê vedabû. Niha li Tirkîyê bêtirî 57 mîlyon û 100 hezar kes hene ku Instagramê bi aktîfî bikar tînin.

Hevseroka Komela Rojnamevanên Dîcle û Firatê Dîcle Muftîoglu, astengkirina Instagramê wek binpêkirina mafê ragihandinê dîyar dike.

“Bi girtina Instagramê car din dîyarbû ku, herikîna zanyarîyan tê asteng kirin. Ev sansur rojnamevanîyê dikuje. Ev rewş nayê qebûl kirin û divê li hemberî vê yekê bersîveke hevpar were dayîn. Îro çapemenîya Kurd jî di bin vê xetereyê de ye, bi sedan rojname û malpêrên Kurdan jî hatine astengkirin. Divê em dijî hemû sansurê dengê xwe bilind bikin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku bandora sansurê bi awayekî xurt li ser medyaya Kurdî jî heye. Li Tirkîyê pirtir ji 350 malpêrên Kurdan yên wek JinNews, Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan ya Hawar (ANHA), Ozgur Gundem, Yuksekova Haber, Roj News jî hatibûn qedexe kirin.

Dr. Yaman Akdeniz
Dr. Yaman Akdeniz

Komela Azadîya Ramanê raporteke taybet li ser sansurê weşand û diyar kir ku di nav salên 2023-2024’an de pirtir ji mîlyonek malpêrên înternetê hatine asteng kirin.

Rêvebirê Komeya Azadîya Ramanê Prof. Dr. Yaman Akdenîz ragihand ku ev sansur li ser azadîya înternetê xetereyeke mezin e.

“Di sala 2023’yan de 953 hezar û 415 malpêrên înternetê hatin sansurkirin. Lê di sala 2024’an de ev hejmar ji mîlyoneke zêdetir e. Demên berê de jî gelek platform û malperên nûçeyan wekî Youtube, Twitter, Wikipedia, Ekşî Sozluk, Oda TV, Jinnews, Sendika.org û her wekî din platform hatin astengkirin. Di demên dawî de, bi daxwaza RTUK’ê, Dengê Amerîka û Deutsche Welle li Tirkîyê hatin astengkirin, herî dawî jî BTK’yê Instagram qedexe kir.”

Yusuf Dere
Yusuf Dere

Hiqûqzan Yusuf Dere dibêje ku qedexeyên tên çêkirin dijî hiqûqê ne:

“Sansurên ku li Tirkîyê tên kirin bêqanûnîyeke derdixe holê. Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê biryar dabû ku ev tedbîran li dijî azadîya ramanê û ragihandinê ye. Lê biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn jî tê binpê kirin.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî qedexekirina Instagramê ragihand ku hin platformên medyayê wek mafya birêve diçin.

Raporta Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

XS
SM
MD
LG