Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijwarîyên li Pêş Rawestandina Enflasyona Tirkîyê


Aborîzn radigîhînin ku Wezîrê Malîye û Xezînê yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek jî nikare enflasyona Tirkîyê rawestîne. Li gor daneyên Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê (TUÎK), di meha Gulana 2024’an de, ji 75.45%, îndeksa eflasyonê derketîye asta herî bilind.

Aborîzan Îslam Memîş, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku Mehmet Şîmşek dema hate ser kar, ragihandibû ku ewê di nav salekê de rêjeya enflasyonê ji sedî 50’yî kêmtir bike.

Ew dibêje, “Mehmet Şîmşek di daxuyaniya xwe ya dawî de behsa îhtîmala daketina asta 40’an kir. Lê rêveberiya aborî li bendê ye ku ev ji sedî 48 be. Li gor nirxên sala borî yên enflasyonê, ev ne tiştekî ecêb e. Di vê derê de bandora binyata aborîyê li ser enflasyonê heye.”

Memîş, balê dikşîne ser rewşa welatên pêşketî û Tirkîyê, li gor wî, enflasyon li tevahîya welatên pêşketî dadikeve.

Îslam Memîş
Îslam Memîş

Ew dibêje, “Lê dema em li enflasyona salane dinhêrin, ne şaş e ku li hemî welatên pêşketî hejmara enflasyonê kêmtir dibe. Di vê derê de jî bandorên demsalî dibin sedema vê yekê. Ez dikarim bibêjim ku hejmara enflasyonê li Tirkîyê, di meha Îlonê an jî Cotmehê de wê dakeve 50%.”

Serokê Bankaya Navendî ya Komara Tirkîyeyê Fatîh Karahan û Wezîrê Malîye û Xezînê Mehmet Şîmşek pêşbînî kiribûn ku di meha Gulanê de enflasyon dê bilind bibe. Li gor aborîzanan hejmara ku derket holê ji pêşbînîyê wan gelek bilidtir e.

Enflasyona Tirkîyê di Mijdara 2022’yan de ji 84.29%, ya Mijdara 2023’yan jî ji 61.98% bû. Piştî ku Şîmşek dest bi kar kir, enflasyona heta 38% daket, lê ev rêje di meha Gulanê de car din bilind bû.

Li gor daneyên TUÎK’ê her çiqas ev rêje 75.45% were dîyarkirin jî lê li gor Gruba Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ji sedî 120.66 tê dîyarkirin. Di navbera ENAG û TUÎK’ê 45.21 ferq heye. Aborîzan radigîhînin ku li gor kolan û bikiran, hejmarê ku enflasyonê nîşan dide ENAG’ê piştrast dike.

Aborîzan Ozgur Ozbey jî ji Dengê Amerîkayê re ragihad ku daketina enflasyonê û pêşketina aborîya Tirkîyê em nikarin li derî demokratîkbûnê bibînin.

Ozgur Ozbey
Ozgur Ozbey

“Di kolanên Tirkîyê de dikarim bêjim ku rêjeya enflsayonê li ser hemwelatîyan zêdetir xwe dîyar dike. Ana Tirkîye di nav tengasîyeke de derbas dibe. Ji bo ku veberhêner nayên Tirkîyê. Kes vê derê bi ewle nabîne. Sedema vî jî xebat nekirina hiqûqê û paşketina demokrasîyê ye. Ev yek jî aborîya Tirkîyê dixe nav xetereke mezin.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku, li Tirkîyê mûçeya kêmtirîn 17.000 lîrayên Tirkî, ango 520 dolarên Amerîkî dike. Lê li metropolên Tirkîyê wek Enqere, Îstenbol, û Îzmir kirêya xanî ji 15 hezarî kêmtir nîne. Xeyrî vê jî, di nav 4 salên dawî de, di bihayê ti tiştekî de daketin nebûye. Her tişt her roj girantir bûye. Ji ber vê jî, gazîncên gel her ku diçin zêdetir dibin.

Raporta Deng/Eyyûp Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00

XS
SM
MD
LG