Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME-HUDOC) raporta binpêkirana mafên mirovan ya sala 2023’yan weşand.
Li gor vê raportê di warê serîlêdana binpêkirana mafên mirovan de herî zêde doz ji Tirkîyê hatine.
Li gor vê raportê di sala 2023’yan de bi tevahî 68,450 doz hene û di nav van de jî 23,397 doz bes yên Tirkîyê ne.
Di demên berê de herî zêde doz ji Rûsyayê dihatin, lê raport dîyar dike ku ên Tirkîyê ji ên Rûsyayê duqat zêde bûne.
Rûsyayê bi 12,453 doz rêza duyemîn, Ukrayna bi 8,737 doz rêza sêyemîn, Romanya bi 4,171 doz rêza çaremîn, û Îtalya bi 2,743 doz di rêza pêncemîn de cî digre.
Li gor vê raportê dozên li HUDOC’ê radiwestin ji sedî 34,2 yên Tirkîyê ne û pirê wan jî ji sala 2016 heta vê demê kom bûne.
Di raportê de tê dîyarkirin ku di derheqê 78 dozên Tirkîyê de biryar hatîye dayîn û Tirkîye di 72 dozan de sûcdar hatîye dîtin.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hûseyîn Kuçukbalaban û parêzer Mesût Ozer ev raporta Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ji Dengê Amerîkayê re nirxand.
Kuçukbalaban, sedama vê bi desthilatîya Tirkîyê ve girê da û nêrînê xwe wiha anî ziman:
“Bi salane ku rêxistinên mafên mirovan vê yekê dîyar dikin. Piraniya wan jî dibêjin dadgeh di bin sîya sîyasetê de ye û nikare erka xwe bîne cî. Lê em di vê raportê de jî vê yekê dibînin. Bandora desthilatîya Tirkîyê di binpêkirana mafên mirovan de roleke serek digre.”
Di raportê de tê dîyarkirin ku “binpêkirina mafê darizandinê”, “binpêkirina mafên azadî û ewlekarîyê” herî zêde derdikevin pêş.
Parêzer Mesût Ozer vê yekê bi otorîterîzma Tirkîyê û sîstema yek mirovî re pênase dike û dibêje:
“Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropayê sazîyeke Konseya Ewropayê ye û Tirkîyê jî endama wê ye. Mixabin ji destpêkê heta niha jî Tirkîyê di binpêkirana mafên mirovan de li pêş e. Demekê Rûsya rêza yekemîn digirt, lê îro em dibînin ku Tirkîyê ev ji destê Rûsyayê girtîye. Pêwîste rayedarên Tirkîyê vê tabloya xirab bibînin û jibo çareserkirinê, gaveke dîtbar bavêjin.”
Li gor Ozer, heke Tirkîyê kêmasîya hiqûqê rastneke, wê li ser sermayedarên navxweyî û derve bawerîya ewlehîyê winda bike û ev yek jî wê zirara herê mezin li ser aborîya Tirkîyê bike.