Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bi navê “Raporta Opersayonên Sîyasî û Polîtîkayên Zextê Yên Li Ser Pêkatîya Me” weşand.
Li gor raportê, di nav 8 salên dawî de 22,818 endamên HDP/DEM Partî hatine binçavkirin û 4,334 kes jî hatine zindankirin.
Di raprtê de tê dîyarkirin ku” ji sala 2015an ve li ser HDP/DEM Partî, bêrawestandin operasyonên sîyasî û ne hiqûqî hatine kirin.” Li gor vê jî 2 hevserok di serî de 24 parlementer, 30 endamên Desteya Rêveberîya Navendî (MYK) hatine zindankirin, ji wan hîn jî 7 parlementer û 14 endamên MYK’yê di girîgehê de ne.
Ji 2015an heta dawîya 2023an, li Meclîsa Tirkîyê (TBMM) 15 nûnerên HDP’ê ji parlementerîyî hatine xistin.
Li gor raportê di nav 8 salan de 336 endam, karîger an jî parlementer rastî tundîyê hatine û di nav vanan de 76 kes birîndar bûne, 2 kesan jiyana xwe windakirine.
Bes di 11 mehên dawî yên 2023an de jî 2,906 endam û karîgerên DEM Partî’yê hatine binçavkirin û di nav vanan de jî 319 kes hatine zindankirin.
Di raportê de ji şaredarî û nişandayina qayûman re jî cîyekî taybet hatîye veqetandin.
Tê ragihandin ku di 30yê Adara 2014an de piştî ku şaredarî ketine destê HDP’ê li ser 95 şaredarîyan qayûm hatine destnîşankirin û 93 şaredar jî hatine zindankirin. Di dawîya sala 2023’yan de jî hê 27 şaredarên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) di zindanê de ne.
Alîkarê Hevserokê DEM Partîyê Oztûrk Turkdogan, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku dewleta Tirkîyê bêtir caran bi rêyên ne hiqûqê mafê partîya wan çewsandîye.
“Di raportê de jî gelek baş dîyar dibe ku bi rêyên ne hiqûqî pêşî li sîyaseta Kurd hatîye birîn. Ev raport raporteke susret e. Li vê derê mafên bi pir alî hatine çewsandin”, got Ozturk Turkdagan.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê Yê DEM Partî Nûray Ozdogan jî ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku li ser partîya wan di sala 20215an heta vê demê operasyonên sîyasî û ne hiqûqî didomin. Ozdogan hestê xwe wiha anî ziman:
“Partîya me li Tirkîyê sêyemîn partîya mezin e. Me jî xwast ku li ser me çi neheqî hatine kirin, yek bi yek tomarkin û pêşkêşî raya bigiştî bikin. Me daneyên ku bi tenê destxistine weşan, lê em dizanin ku daneyên esasî ji vana gelek zêdetir in.”