Partîya Çep ya Kesk (YSP) jibo kongreya xwe amadekarîyan dike û jibo vê yekê li Enqerê di rojên 8-9’ên Îlonê de Konferansa Jinan pêk anî û dê Konferansa Navendî di navbera 10-11’ên Îlonê de, pêk bîne.
Di van konferansan de, dê sîyaseta Partîya Çep ya Kesk bi tevahî were zelalkirin û piştre jî dê kongreya YSP’ê li gor vê stratejîyê were sazkirin.
Li vê derê ya girîng ew e ku ji vir û pê de, dê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) sîyaseteke çawa bide pêşîya xwe?
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak helwesta HDP’ê ya di derheqê YSP’yê de ji Dengê Amerîkayê re vegot.
Kirkazak, ragihand ku têkoşîna HDP’ê bi hevgirên xwe re, dê piştgirîyê bide Partîya Çep ya Kesk:
“Di têkoşîna me de navên partîyan an jî sazîyan zêde girîng nîne. Her partî li gor armancekê têkoşîna xwe mezin dike. Jibo serkeftina YSP’ê em wek HDP’ê, bi hemû hevgirên xwe re piştgirîyê bidin Partîya Çep ya Kesk.”
Piştî konferansan, wê YSP mêjûyê û naveroka kongreyê jî dîyar bike. Kirkazak dide xuyakirin ku di navbera armanca HDP’ê û YSP’ê de ti cudatî nîne:
“Armanca me ew e ku em jiyaneke bi rûmet jibo gelê Kurdistanê û Tirkîyê pêk bînin. Hemû vîn û têkoşîna me li ser vê ye. Li vê derê navê ti partî û sazîyan girîng nîne, ya girîng têkoşîna me di yek armancê de ye.”
HDP’ê, di sala 2012’an de dema hate damezirandin, ji tevahîya gelên Tirkîyê re daxwaza demokratîkbûyînê kiribû û stratejîyeke Tirkîyebûyînê dabû pêşîya xwe. Kirkazak balê dikşîne ser vê armancê û radigihîne ku ev armanc jibo berjewendîya gelê Kurdistanê û gelê Tirkîyê hedefeke herî bingehîn e. Kirkazak amaje dike ku ev stratejî wê di nav Partîya Çep ya Kesk de jî were domandin:
“Ev 11 sal in ku gelê Kurdistanê û gelê Tirkîyê di bin perê HDP’ê de têkoşîneke hevpar meşand. Ez vê yekê jibo Komara Demokratîk bi rûmet dibînim. Ev têkoşîn gelê Kurdistanê û gelê Tirkîyê digîhîne hev.”
Doza girtina HDP’ê ji alîyê Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ve di 7’ê Hezîrana 2021’an de ji Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hatibû xwestin. AYM’ê jî 21 Hezîranê 2023’yan de li ser HDP’ê doza girtinê vekir. Heta niha jî ev doza girtinê berdewam dike.
Kirkazak, balê dikşîne ser vê dozê û dide zanîn ku li ser partîya wan ji alîyê desthilatê ve çewsandinên gelek dijwar tên meşandin:
“Ana partîya me HDP’ê di bin êrîşeke dijwar de ye. Di pêşîya partîya me de wek gefa doza girtinê disekine. Di nav 8 salên dawî de ev gef bêhtir zêde bûn. Ji ber vê jî, emê ji vir û pê de fikr û ramanên HDP’ê, tevger û têkoşînên HDP’ê di bin perê YSP’ê de bidin meşandin,” Kirkazak got.