Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) piştî 4’emîn Kongreya Awarte biryara biçûkbûnê û piştgirîdayîna Partîya Çep ya Kesk da.
Parlemanterê HDP’ê yê berê û Parlemanterê Partîya Çep ya Kesk yê niha Mehmet Ruştî Tiryakî ji Dengê Amerîkayê rewşa HDP’ê nirxand. Tîryakî radigîhîne ku HDP’ê li 50 bajarî wê rêxistin xwe bigre:
“HDP’ê nuha li 51 bajaran bi rêk û pêk bi rêxistin e. Di 10 bajaran de jî rêxistina wê heye. Li tevahîya Tirkîyê ji 60 bajarî zêdetir û di 384 navçeyî de bi rêxisin e. Dikarim bêjim ku HDP’ê li 50 bajarî û pirên navçeyan de wê rêxistinên xwe bigre.”
HDP’ê di 27 Gelawêjê 2023’yan de 4’emîn Kongreya Awarte çêkir û hevserokên xwe jî guherandin. Ev kongre wek kongreya biçûkbûna HDP’ê jî hate pênasekirin.
Li ser HDP’ê nuha doza girtinê heye, heta encamek derkeve jî rayedarên HDP’ê dixwazin ku xwedî lê derkevin.
Hevserokê HDP’ê yê nû Cahît Kirkazak jî ji Dengê Amerîkaryê re ragihandibû ku ewê hata dawî HDP’ê li ser pîyan bidin sekinandin.
Lê armanca HDP’ê nuha ew e ku her roj xwe biçûk bike û hêza xwe di her warî de bide ser Partîya Çep ya Kesk.
Xeyrî girtina HDP’ê, piştî hilbijartinên 14 Gulanê li ser HDP’ê jî gelek rexne hatibûn çêkirin. Tîryakî ev rexneyên ku hatine kirin jî, şîrove kirin û ragihand ku Partîya Çep ya Kesk, heya jê bê, wê van rexneyan cidî bigre û stratejîyeke nû pêk bîne.
“Piştî hilbijartinên 14 Gulanê me ji 600’î zêdetir cîyan de civîn çêkirin. Bi deh hezaran kes beşdarî van civînan bûn. Li van deran him rexne û him jî pêşnîyarên gel ji me re hatin. Gel hevpeymanîyên ku me çêkirin rexne dikin, dîsa me namzedê serokomarîyê dernexistibû, evî rast nabînin. Gel dixwaze ku sîyaseteke Îslamî ya nû ser were rawestandin. Pêşnîyareke din jî ew e ku tê xwestin partî bêtir demên xwe di nav gel de derbas bike.”
Li gor nerîna girseya HDP’ê, rêveberên HDP’ê di warê îtifaqan de sîyaseteke erênî bi rê ve nebiriye. Ji ber vê jî hilbijêrên HDP’ê radigîhînin ku HDP’ê bila ne nêzîkî Hevpeymanîya Komarî û ne jî nêzîkî Hevpeymanîya Neteweyî bibe. Daxwazên wan ew in ku HDP’ê an jî Partîya Çep ya Kesk “Rêya Sêyemîn/Rêya Bêalî û Serbixwe” bimeşîne.
Tîryakî, di van civînên gel de encamên ku li ser Rêya Sêyemîn hatîye qisekirin jî wiha dîyar dike:
“Li gor gel HDP’ê zêde tevlî îtifaqan bûye. Ew dibêjin bila ne tevlî Hevpeymanîya Komarî û ne jî ya Hevpeymanîya Neteweyî bibe. Daxwazên wan Rêya Sêyemîn e. Ji ber vê jî wek rêxistin, emê di rojên pêşîya me de hin guhertinan bikin. Nimûne; emê di Meclîsa Partîyê, Lijneya Rêveberîya Navendî, dîyarkirina namzedê hilbijartinên şaredarî û parlemanê de guhertinan çêkin.”