Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Çep Ya Kesk Amadekarîya Konferansên Navendî Dike


Partiya Çep ya Kesk li Enqerê
Partiya Çep ya Kesk li Enqerê

Di hilbijartinên 14 Gulanê de Partîya Çep Ya Kesk ji sedî 8.80 deng wergirtin û bi 62 parlemanterî beşdarî meclîsê bû. Lê niha jî ev partî dixwaze ku di meha Îlonê de dest bi konferansên navendî bike û piştre kongreya xwe li dar bixe.

Hevberdevka Partîya Çep ya Kesk Canan Çalagan, li Enqerê preskonferansek li dar xist. Çalagan, li ser pêvajoya nû rawestîya û ragihand ku piştî hilbijartinan, HDP’ê di nav gel de zêdetirî sed civîn çêkirine. Çalagan amaje bi wê yekê dike ku, ji ber daxwazên gel êwê di meha Îlona 2023’yan de konferansên navendî çêkin û piştî wê jî kongreya xwe wê li dar bixin.

“Me piştî 14 Gulanê encama hilbijartinan bi gelê xwe re nirxand. Niha jî em dixwazin têkoşîneke nû bi awayekî bihêz bidin pêşîya xwe. Jibo vê jî, emê di meha Îlonê de yek rêz konferansên navendî çêkin û ji vana ya yekemîn jî konferansa Meclîsa Jinê ye.”

Çalagan, di civînê de li ser “Rêya Sêyemîn” rawestîya. Jibo Partîya Çep ya Kesk û HDP’ê “Rêya Sêyemîn” gelek girîng tê dîtin. Ev herdû partî jî vê yekê wek rêyeke serbixwe, ji desthilatîyê re û ji opozîsyonê re wekhev dûr pênase dikin.

Hevberdevka Partiya Çep ya Kesk Canan Çalagan
Hevberdevka Partiya Çep ya Kesk Canan Çalagan

Lê di hilbijartinên 14 Gulanê de, dema piştgirîya opozîsyonê (Kemal Kiliçdaroglu) hat kirin, di nav alîgirên HDP’ê û di civînên pêkhatî de rexneyên tund derketin pêş.

Çalagan, radigîhîne ku wan di van civînan de bi hûr û kûr “Rêya Sêyemîn û Jin” û “Mîkanîzma Rêxistina Jinê” nîqaş kirine.

“Di civînan de, me rexneyên bûyî bi tevahî wek bingeha rêya nû pejirand. Li ser vê jî me xebatgehên ‘Rêya Sêyemîn û Jin’ û ‘Mîkanîzma Me ya Rêxistina Jinê’ durist kirin. Lê piştre jî emê hemû daneyên ku di destê me de ne, di 8-9 Îlonê de di Konferansa Jinê Ya Navendî de, car din binirxînin.”

Partîya Çep ya Kesk di navbera 20 û 30 Gelawêjê de li tevahîya bajaran jibo hazirîya konferansan, dê civînên amadekarîyê pêk bîne. Li gor van civînan jî encamên ku derketine wê di konferansên meha Îlonê de bi hurgilî werin nîqaşkirin û ewê di dawiyê de, bingehên kongreyê durist bikin.

HDP’ê li Enqerê li Navenda Bazirganîya Dinyayê di 27 Gelawêjê de Kongreya Awarte çêdike. Li gor biryara Meclîsa Partîyê ya HDP’ê, di vê kongreyê de ji sîyaseta çalak wê vekişe û hemû berpirsiyariyên xwe jî bixe jêr sîwana Partîya Çep ya Kesk.

Weteya vê yekê jî ew e ku êdî HDP’ê ji alîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve were girtin an jî neyê girtin qet ferq nake, ji vir û pê ve dê HDP’ê di nav siyaseteke çalak de nemîne.

Raporta Deng/ Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG