Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Wê Beşdarîyê li Danûstandinên Komîsyona Qanûna Bingehîn Neke


hdp
hdp

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku ewê sibê Pêncşemê beşdarîyê li hevdîtinên Komîsyona Qanûna Bingehîn neke.

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş dîyar kir ku her roj qanûna bingehîn tê binpê kirin û ferman ji dadgehan re tê şandin.

Beştaş got ku îqtidar dixwaze kempeyna hilbijartinê bimeşîne û dîyar kir ku ewê nebin ti alî.

‘’Em dijî hemî cudakarîyan disekinin, bi salan e em dibêjin bo maf û azadîyên bingehîn divê qanûna bingehîn ya demokratîk çêbe.’’ Beştaş got.

Wê dîyar kir ku ti problema wan bi sernuxamtinê re tune, lê ew dijî serwerîya li ser bedenên jinan disekinin.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) di rojên borî de ji HDP’ê randevu xwestibû, lê wê partîyê ew daxwaz red kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye, li ser HDP’ê doza girtinê heye û di rojên borî de Dadgeha Qanûna Bingehîn bloke danî ser hesabên alîkarîya xezîneyê ya bo wê partîyê.

Jêder: Rojnameya Yenî Yaşam

XS
SM
MD
LG