Parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Kemal Bûlbûl, duh li Balefirgeha Sabîha Gokçek jibo ku biçe Ewrupayê, çûyîna wî hate astengkirin.
Bûlbûl ji Dengê Amerîkayê re ev astenkirina şirove kir û got ku bendek li hemberî wî hatîye nîşandayîn bi tevahî dijî hiqûqê ye.
Wî got, “Ez nêzîkî bîst roj berê ji Ewrupayê vegerîyam Tirkîyê. Ti tiştekî der asayî tunebû. Lê ez ji Enqerê derbasî Stenbolê bûm û çûm balefirgeha Sabîha Gokçek ku biçim Ewrupayê. Ez li benda balefirê bûm, lê kesekî erkdar hat got ‘li ser pasaporta we astgenkirin heye’ û destûr nedan min ku ez biçim.”
Bûlbûl, di balefirgehê de li gel rayedarên meclîsê qise dike, lê bersîva ku meclîs dide wî dibêje, “Li hemberî te ti astengîyek tunene.”
Bûlbûl didexuyakirin jibo astengkirina parlementerekî lazime ku ji mehkemê biryarek were. Lê di destên ew kesên ku astengî derxistine de tu biryareke wiha jî nîne:
“Kaxizek nivîskî anîn dan min. Di nav wî de ti bîryareke mehkemê dîyar nabe, yên ku li wê derê erkdarin ewan nivîsîye û îmza kirine. Min daxwaza biryara mehkemê kir gotin tunene. Lê ev yek jî nîşan dide ku li Tirkîyê her kes dikare li gorî xwe bêqanûnîyan bike.
Parlementerê HDPê Bûlbûl, radigîhîne ku di pasaporta wî de tû kêmasîyek tunene, ew vê astenkirina ser xwe bi êrîşên ser HDPê û Kurdan dîyar dike û vê yekê jî wiha şîrove dike.
“Ev dewleta hanê li ser HDPê û Kurdan her tiştê xwe bi awayekî kêfê birêve dibe. Ji her kesî re hiqûq hebe jî lê ji bo Kurdan hiqûqa heyî jî tête binpêkirin. Li Tirkîyê yên ku tên çewsandin Kurd in, elewî ne, şoreşker in. Biryara ser min jî bêtirî vî tu tiştek nîne.”
Kemal Bûlbûl got ku ewê li hemberî vê bêhiqûyîyê li pey mafên xwe bisekine û li van kesên ku astengî derxistine dozê veke.