Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dersîm Dag: Li Ser Ciwanên HDPê Êrîşên Hovane Tên Kirin


Meclîsa Cîwanê HDP’ê, îro li Navenda Giştî ya HDP civîya. Di vê hevdîtinê de Berdevka Meclîsa Cîwanan û Parlementera HDP’ê Dersîm Dag axaftine kir û got, “Ji alîyê desthilatîya ve êrîşên tundi li ser cîwanên HDP’ê de têne kirin. Bes di van hefteyên dawî de gelek endamên Meclîsa Cîwanan hatin binçavkirin. Em vê bê hiqûqîyê şermezarî dikin.”

Ji sala 2015’an heta vê demê ser 10 hezarî zêdetir endamên û rêveberên HDP’ê hatine zindankirin. Di nav vanan de rêjeya cîwanên HDP’ê jî di asteke bilind de ye.

Berdevka Meclîsa Cîwanan Dersîm Dag, êrîşên ku li ser cîwanan têne çêkirin wek sîyaseteke deshilatîyê ya bê hiqûqî binav kir û radigîhand ku di van demên dawî de ev êrîşana her ku diçe zêdetir dibe. Dag van êrîşana bi lawaz ketina desthilatîyê ve girê dide û wiha dibêje:

“Ev desthilatî her ku diçe lawaz dikeve. Vê yekê jî li ser cîwanên û endamên HDP’ê wek êrîşan derdixe pêş. Di van hefteyên dawî de li ser cîwanên HDP’ê êrîşên gelek tundî hatin çêkirin. Desthilatî bi awayekî sîstematîk dixwaze ku dengê cîwanan qut bike. Amed di serî de li gelek bajaran endamê Meclîsa Cîwanan û endamên Meclîsa Partîyê ya HDP’ê hantin binçavkirin. Em van bê hiqûqîyan napejirînin.”

Li gorî rêveberên HDP’ê ji bo ku hilbijartin nêzîk dibin li ser endam û rêveberên HDP’ê jî çewsandina AKP-MHP’ê zêdetir dibe.

Du roj berê jî, Tekîrdag û Stenbol di serî de, li 11 bajarên Tirkiyê di derheqê 42 kesî de biryara binçavkirinê hate girtin. Li ser Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Koç û Çavderîyê (GOÇ-DER) û şaxên HDP’ê operasyon hate çêkirin û 22 kes hatin binçavkirin.

Desteya Rêveberîya Navendî ya HDP’ê li ser van êrîşan daxûyanîyek da û ev binçavkirinan wiha rexne kir:

“Desthilatî êdî li ber lawazbûna xwe tirsnek û belengaz bûye. Li ber vî jî êrîşên dijî hiqûqî dike. Em vanan tevahî bi tundî şermezarî dikin. Hun çi dikin bikin, çiqas êrîş dikin bikin, hûnê winda bikin. HDP û HDK wê dahatûya vî welatî bigîhîjîne piranî û demokrasîyê û li hemberî we bejna xwe netewîne.”

Ev êrîş bi çalakîyeke hate proteto kirin. Endamû rêveberên HDP, HDK, Partîya Di Nû De Rêxistî (SYKP), Partîya Sosyalîstên Bindestan (ESP), Partîya Şoreşker û ji alîyê endam û rêveberên rêxistinê dememkratîk ve hate protesto kirin.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG