Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR), 9’emîn Kongreya Asayî di 17 Gulanê 2022’yan de li Enqerê çêkir. Di vê kongreyê de Duzgun Kaplan Serokê Giştî yê nû yê HAK-PAR’ê hate hilbijartin.
HAK-PAR, di sala 2002’yan vir de, 20 sal e ku di nav xeta netewîya Kurd de sîyasetê dimeşîne.
Di sala 2018’an de gava Îtifaqa Kurdistanî hate demezirandin tê de Partîya Azadîya Kurdistan (PAK), Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PSK), Partîya Demokrata Kurdistan ya Tirkiyê (PDK-T), Partîya Demokrata Kurdistan ya Bakur (PDK Bakur), Hereketa Azadî cî girtibû. Lê HAK-PAR û HUDA-PAR neketin nav vê îtifaqê.
Heta niha jî HAK-PAR di tu îtifaqî de cî nagre. Emê jî li gel Duzgun Kaplan ango Serokê Giştî yê nû yê HAK-PAR’ê him li ser îtifaqan û him jî pozîsyona HAK-PAR’ê çî ye qise bikin.
VOA: Birêz Kaplan, heta niha we qet di nav îtifaqeke de cî negirt. Ana li pêşîya Tirkîyê hilbijartinek heye. Gelo pozîsyona we çî ye? Hun li Îtifaqa Komarî, Îtifaqa Milet an jî Îtifaqa Ked û Azadîyê ango bi navê berê Îtifaqa Demokrasîyê çawa temaşe dikin?
Duzgun Kaplan: Îtifaqên ku li Tirkiyê ana pêk hatine, a rastî ji sed salî zêdetire ku hene. Dikarim bêjim ku di dema Osmanî de buhurîye Komara Tirkiyê û hê jî ev îtifan didomin. Îro Îtifaqa Komarî û Îtifaqa Milet her du jî miratên wê demê ne. Ez van herdû îtifaqan wek şerên navxweyî ya Tirkan dibînim. Ev herdû hêl jî dixwazin ku desthilatîyê bi dest bixin. Bi ya min di nav van herdûyan de jî desthilatî bikeve destê kê ji bo Kurdan dê hîç cudatîyek çênebe. Em Kurd mecbûr nînin ku di nav van îtifaqan de bibin. Nêrîna me, wek HAK-PAR, sîyaseteke azad e. Pêwîste ku em Kurd îtifaqeke ku mafên Kurdan di warê netewî de biparêze çêbikin.
VOA: Başe hun li Îtifaqe Azadî û Kedê ango bi navê berê Îtifaqa Demokrasîyê çawa temaşe dikin?
Duzgun Kaplan: Îtifaqa Demokrasîyê, ji pekhateyên çepên Tirkiyê û HDP’ê hatîye damezirandin. Sîyaseta me û wan jî ji hev û din gelek cihê ye. Em pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke netewî ya Kurd pênase dikin. Em dibêjin mafên Kurdan yê netewî heye, lê HDP Tirkiyebûyînê diparêze. Em dibêjin heke pirsgirêka Kurd were çareserkirin ji xwe Tirkîye wê bibe welatekî demokratîk. Lê HDP dibêje emê Tirkiyê bikin demokratîk. Di vî warî de jî em ji hev û din cîhê difikirin. Ji bo me yê sereke Kurd û netewîya Kurde, lê ji bo Îtifaqa Demokrasîyê wisa nîne.
VOA: Başe ana li gel HDP’ê îtifaqek heye û xwe jî bi navê Îtifaqa Kurdistanî binav dike. Hun çima di vê îttifaqê de tunenin? Gelo hun li vê îtifaqê çawa temaşe dikin?
Duzgun Kaplan: Dibe ku ew bin navê Îtifaqa Kurdistanê xwe dîyar bikin. Lê HDP, hun jî baş dizanin ku sîyaseteke Tirkîyebûyînê dixwaze têke merîyêtê. Hemû karûbarê wan ana li ser vê rê û rêbazê ye. Lê Îtifaqa Kurdistanî gelo di kîjan xetê de li gel HDP’ê ye. Ev yek jî qet dîyar nîne. Bi ya min îtifaqeke Kurdistanî nîne û ne jî sîyaseta Kurdistanî tê de heye. Dibe ku nav wisa be lê em vîya îtifaqeke Kurdistanî nabînin. Ji xwe sîyaseta ku HDP’ê bi navê Kurdan dimeşîne em bi tevahî xeter dibînin. Lê hevalên ku ana xwe di nav Îtifaqa Kurdistanî de dibînin wisa nakin, piştgirîyê didin van polîtîkayên xelet.
VOA: Li gorî van gotinê we di navbera we û HDP’ê veqetîyek heye. Gelo di hilbijartina pêşîya me de, hun di warê stratejîk de nebe jî di warê teqdîq de dibe ku li gel HDP’ê an jî îtifaqeke din biçin hevkarîyeke?
Duzgun Kaplan: Na, em îtifaqeke wisa nafikirin. Em dibêjin îtifaqeke Kurdistanî çêbe. Yên ku ji xwe re “em Kurdistanî ne” dibêjin gerek ew werin ba hev. Li ber vî jî em vê hilbijartinê tiştê herî binyat nabînin, heta niha ji xwe gelek hilbijartin hatin çêkirin. Ka kîjanê heta niha pirsgirêka Kurdan çareser kirîye? Pêwîste ku di vê hilbijartinê de em Kurd alternatîfeke çêkbikin. Heke serkeftî bibe wê gelek baş beş be, lê heke serkeftî nebe jî pêdivîye ku em Kurd hewildanê xwe bê rawestandin bidomînin. Sîyasetekî neteweyî ji bo Kurdan lazim e.
VOA: Birêz Kaplan, hun behsa tevgera neteweyî dikin, lê PAK, PSK, PDK-T, PDK Bakûr, Hereketa Azadî, Huda-Par jî hima hima tiştê ku hun diparêzin ew jî diparêzin. Gelo pêwendîyê we li gel wan partîyê Kurd çawa nin?
Duzgun Kaplan: Têkilîyê me li beranberî hev baş e. Pir caran em serdana û telefona hev û din dikin. Di hin tiştan de em bi hev re jî dimeşin. Ana li pêşîya me damezirandineke rêxistinbûnê heye. Di vê hilbijartinê de em naxwazin ku Kurd bê alternatîf bimînin. Me ana alternatîfek jî çêkirîye.
VOA: Hun dibêjin em alîyê yekitîyê de vekirîne. Gelo ji bo yektîyê şert û mercê we çine?
Duzgun Kaplan: Şertê me yê bingehîn mafên Kurdan yê rewa û statû ye. Em wek HAK-PAR ji bo statûya Kurdan federalîyê dixwazin. Yekî din dibe ku tiştekî din; otonomî, serxwebûn bibêje. Lê her çi dibe bila bibe pêwîste ku Kurd mafên xwe û statûya xwe bidestbixin. Bê statû nabe. Di vî alî de lazime ku Kurd bi prensîp bin, vê de wê de zêde nelivin. Lê em dibînin ku hilbijartin tevgera Kurd ser û bin dike û ji rasteqîna Kurdîtîyê Kurdan dur dixe. Li ber vî jî em dixwazin ku Îtifaqeke Netewî ya Kurd çekbikin.
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN (HAK-PAR)
HAK-PAR, 11 Şibatê 2002’yan de cara yekem di bin Serokatîya nebîyê Şêx Saît Abdulmelîk Firat de hate damezirandin. Ev partî nasnama Kurdan wek babeta sereke da pêşîya xwe. HAK-PAR di rêznameya xwe ya resmî de ji bo Kurdan statûya federasyonê dixwaze. Di nav partîyên Kurdan de piştî HDP’ê bêtir partîya mezin HAK-PAR’e. Ev partîyê 9’emîn Kongreya Asayî di sala 2022’yan de çêkir. Ana hewl dide ku 41 bajarên Tirkiyê û Herêma Kurdan de rêxistinî bibe û mafên beşdarbûna hilbijartinê bigre.