Piştî herifîna kana zêr li bajarokê Licik (Îlîç) ê Erzînganê 8 kes hatibûn binçavkirin. Şeş kes hatin girtin, di nav de yekî Kanadayî û 2 kes jî bi şertê kontrola adlî hatin berdan.
Di vê herifînê de 9 kes hê jî di bin axa herifî de ne. Heta niha jî ji wan çi mirî çi jî zindî ti agahî nehatine belavkirin.
Li ser vê bûyerê hê hefteyek derbas nebûye lê li gor pêş raportê hate dîyarkirin ku Kompanîya Anagold ya Madenkarîyê wek kesên şaşiya bingehîn nehat dîtîn. Lê di raportê de hate ragihandin ku şaşiya nerasterast ya vê kompanyayê ye.
Partîyên opozîsyonê, sazîyên jîngehî, pisporî û mafan vê raportê rexne dikin û radigîhînin ku di vî warî de hikûmet û serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berpirs in.
Kompanîya Anagold ya Madenkrîyê roja Çarşemê ragihandibû ku piştî herifîna axê li qada kana zêr Çopler ya li bajarokê Licik (Îlîç) Erzînganê sîyanîd (sîyanur) neherikîye çemê Firatê.
Lê di vî warî de heta niha jî tiştekî dîtbar nehatîye dîyarkirin. Lê pispor radigîhînin ku heke neherike çemê Firatê jî lê sîyanur ana li vê qadê dibe egerên metirsiyan.
Serokê Jura Muhendîsên Madenê yê berê Mehmet Torun, li ser van geşedanan rewşa dawî jî Dengê Amerîkayê re şîrove kir. Torun ragihand ku di vê derê de şaşiyên rayedaran û kompanyayê hene.
“Berî her tiştî gava ev kar tê kirin her dem pêwîste kontrol weri kirin. Di vê madenê de bêtirî 30 mîlyon tiştên miştên bikêrnehatî heye. Heke vana neyên kotrolkirin ji bo vê deverê dibe xetereke mezin. Van metalên vê derê piştî demeke rê ji penceşêrê û gelek nexweşîyan re jî dê derî veke.”
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristîyê (SES) Nazan Karabay jî ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku belavbûna sîyanur û çopên zehrî dê bibe sedema pirsgirêkên tenduristîyê yên mayînde.
“Çopên zehrî û sîyanûr ana belavî vê qadê bûye. Heke têkeve avê û di nav mêrgande belav be ev yekser li ser saxlemîya kesên heremê bibe sedema nexweşîyan. Wezareta Tenduristîyê pêwîste li vê derê lêkolîneke berfireh bike û pêşî li van yekan bigre.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku, di sala 2022’yan de Walîtîya Erzînganê hişyarî daye Kompanîya Anagold ya Madenkrîyê ku li ber xirabûna borîyan 20 metre kup sîyanûr herikîye û li ber vî jî 16 mîlyon û 441 hezar lîra ji kompanyayê re ceza birîye.