Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Pinar Gayip Rastî Lêpirsîneke Nû Dibe


Pinar Gayip
Pinar Gayip

Di derbarê edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip de bi tawana "Bi awayekî vekirî belavkirina kîndarî û dijmintî di nava gel de” lêpirsîn hat vekirin.

Ev lêpirsîn piştî parvekirina Gayip ya li ser medya civakî ya di derbarê mirina 41 karkerên kana komirê ya li bajarê Bartin’ê de hat vekirin.

Gayip piştî teqîna di kana komirê de vîdyoyek ji wê êvarê parve kiribû û gotibû, “Gelek karker asê man. Loma jî qanûna sansurê anîn da ku ser gorên karkeran desthilatdarîya xwe xurt bikin! Bila kes nizanibe da ku hesab ji wan neyê pirsîn."

Rojnamevan Gayip li ser vê lêpirsinê axifî û dîyar kir ku di nava 6 mehên dawî de jiber amadekirina nûçe û nivîsan derbarê wê de 3 lêpirsîn hatin vekirin.

Wê got, “Komkujîya Bartin’ê 14’ê Cotmeh’ê hat jîyîn. Wê şevê vîdyoyek ku meytên karkeran dihatin dîtin û derxistin. Di heman demê de standina dîmenan dihat astengkirin derket pêş. Jiber ku ji sedî 99 komkujîyên kanên komirê dewlet dikare pêşî li bigire, min jî bal kişand ser berpirsyarîya dewletê. Herwiha min bal kişand ser armanca qanûna “Sansûrê” ya ku nahêle ev dîmenan bigihên gel û rastî werin dîtin.”

Gayip tevî van astengkirinan jî anî ziman û got, “Tevî lêpirsîn, desteserkirin, girtin û qanûnên “Sansûrê” jî emê rastîyan bigîhînin gel û karê xwe wek berê berdewam bikin.”

Raporta Deng/ Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:56 0:00

XS
SM
MD
LG