Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye jibo Kirîna Firokên Eurofighter Danûstandinan Dike


Karbidestekî Wezareta Derve ya Tirkîyê îro Pêncşemê got ku ew ji bo lezandina kirîna firokên şerker yên Eurofighter Typhoon xebatên teknîk dimeşînin.

Enqerê sala borî dîyar kiribû ew jibo sitandina firokên Eurofighter bi endamên konsorsîyuma wê Brîtana û Îspanya re danûstandinan dike, lê Almanya dijî vê yekê sekinîbû.

Ji bertekên Almanya vir ve ser kirîn û firona Eurofighter ti pêşveçûn çênebû.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan meha borî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re kom bû.

Çaverê ye Scholz roja Şemîyê serdana Stenbolê bike û bi Erdogan re ser jetan danûstandinan bike.

Karbidestê Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew danûstandinan jibo pêşvebirina prosesî dikin û got ku jibo wan danûstandinan ti şertên pêşî tuneye.

Çekên Eurofighter bi hevkarîya Almanya, Brîtanya, Îtalya û Îspanya têne çêkirin.

Tirkîye, ku endama NATO ye, piştî derengketineke dirêj bi Amerîka re ser sitandina 40 firokên cengê yên F-16 û modernîzasyona firokên xwe peyman îmza kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG