Li bajarê Wanê, piştî hilbijartinên xwecihî yên di 31’ê Adarê de li hin bajarokan derheqê encamên hilbijartinê de îtîraz hatine kirin.
Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li bajarokên Erdîş, Tuşba, Artemêt (Edremît), Ebex (Çaldiran) û Rêya Armûşê (Îpekyolu). Herwiha Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li Westanê (Gevaş) îtîraz li encamên hilbijartinê kirîye.
Li bajarokê Erdîşê ku berbijarên HDP’ê serkeftine, AKP jibo deng bêne hejmartin li Komîsyona Hilbijartinê ya Bajarokê îtîraz kiribû û ev yek hatibû pejirandin. Hate hînbûn ku li vê bajarokê hêj hejmartina dengan didome û 50 dengên HDP’ê zêde bûne.
Berbijarê Şaredarîya Erdîşê yê AKP’ê Abdulmenaf Turan, got ku wan bi ser daxwaza navenda partîya xwe îtîraz kirîye.
“Li gor agahîyên Ajansa Anadoluyê rêjeya dengên me ji sedî 56, ya wan (HDP) jî ji sedî 43 bû. Ji nişkan ve hejmara dengên wan zêde bû. Jiber vê sedemê girseya me bertek nîşan da. Me jî li ser daxwaza navenda partîya xwe îtîraz kir. Lê li gorî encamên heta niha derketine holê, wisa xuya ye ku, di encamê de tu guhertin pêk nayên.” Got, Turan
Li bajaroka Westanê berbijarê AKP’ê serkeftîye û HDP radigihîne ku bajarokê hin dengên wan hatine betal kirin. Karbidestên HDP’ê li vê bajarokê jibo deng cardin bêne hejmartin îtîraz kiribûn. Lê ev îtîraz ji alîyê komîsyona hilbijartinê ve hatine red kirin.
Berbijara Hevşaredarîya Westanê ya HDP’ê Melek Arpacioglu, da zanîn ku hin dengên wan hatine betal kirin û ji ber wê îtîraz kirine.
Arpacioglu got:
“Di navbera me û AKP’ê de 812 deng ferq heye. 1048 dengên me hatine betal kirin. Jiber vê jî me îtîraz kir. Lê Komîsyona Hilbijartinê îtîraza me bi awayekî derhiquqî red kir. Piştre me li Komîsyona Hilbijartinê ya Bajar îtîraz kir. Li vir bê dadîyek mezin heye. Di bajarokek wiha biçûk de, çewa ev qas deng têne betal kirin? Îtîrazên me nayên pejirandin. Lê hemû îtîrazên AKPê hatine pejirandin.”
Dîsa li Rêya Armûşê ku berbijarên HDP’ê nêzî 20 hezar dengan ferqek mezin serkeftine, AKP’ê li Komîsyona Hilbijartinê ya Bajarokê îtîraz kiribû. Hate ragihandin ku ev îtîraz ji alîyê komîsyonê ve hatîye betal kirin û AKP dê serî Komîsyona Hilbijartinê ya Bajar bide.
Li bajarokên Artemêt, Ebex û Tuşbayê jî hate ragihandin ku hêj pêvajoya îtîrazê didome û tu pêşveçûnên nû tunene.
Di vê navberê de li bajarokên Qelqelî (Ozalp) û Bêgirîyê (Muradîye) ku tu îtîraz li encaman nehatibûn kirin, berbijarên HDP’ê destûrnameyên şarevanîyê girtin û dest bi peywira xwe kirin.
Hate daxuyandin ku heta 13’ê meha Nîsanê li tevahîya Tirkîyeyê, Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind dê hemû encamên îtîrazan zelal bike û encamên teqez ragihîne.