Di çarçoweya romalkirina zindî ya Dengê Amerîka bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyê, peyamnêrên me li Stenbol û DiyarBekirê agahiyên dawî yên piroseya hilbijartinê dan.
Li Diyar Bekir, peyamnêran me Xecîcan Farqîn ragihand ku hilbijartin li wir bi aramî derbas bûn û jimareka mezin a xelkê deng dan.
Li Stenbolê, peyamnêrê me Mihemed Yilmaz got li wir 28 hezar sandiq hatibûn dayîn û jimara Kurdan a mezin li Stenbolê rengê dengê partiya HDPê bilind bike.
Ji aliyê xwe ve rojnamevan û nivîskar Îbrahîm Genc di hevpeyvînekê de behsa rêjeya bilind a beşdarbûna xelkê kir û diyar kir ku ev nîşana daxwaza guhertinê ye ji aliyê xelkê ve.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînan faylên deng veke