Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Ber Kuştina Leşkeran, AKP, CHP, MHP û Partîya Baş Çalakîyên Hilbijartinê Rawestandin


Navenda Giştî ya AKPê
Navenda Giştî ya AKPê

Piştî ku Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand ku 9 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî hatine birîndarkirin, partîyên desthilatdarî û opozîsyona Tirkîyê çalakîyên hilbijartinên şaredarîyê rawestandin.

Berî vê bûyerê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê dawîya hefteyê jibo dîyarkirina berbijarên bajarvanîyan yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) kom bibin. Erdogan dîyar kir ku ew hewil didin ku berbijarê bajarvanîyê yê Enqerê roja Yekşemê ragihînin.

Lê piştî ku ev bûyer qewimî, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk got, “Civîna me ya danasîna namzetan a ku emê dawîya vê hefteyê li Enqerê li dar bixin bi biryara Serokê Giştî yê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan, ji ber şehîdên me hat taloqkirin.”

Tirkiyê got ku di şer û pevçûnên roja Îniyê yên bi PKKê re, 9 leşkerên wan hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Partîya Baş jî ragihand ku ji ber kuştina leşkeran kampên şêwirmendiyê yên hilbijartinên herêmî û civînên danasîna berbijarên xwe yê li Antalyayê betal kirine.

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku li ber geşedanên dawî ewan hemû çalakîyên xwe heta demeke taloq kirine.

Navenda Giştî ya CHPê
Navenda Giştî ya CHPê

“Îro agahîyên şehîda dilê me şewitandîye. Li ber vî jî me civîna danasîna namzedan ya Manîsayê îptal kir. Em pêşketinan ji nêz ve dişopînin. Meclîsa Rêbeberîya Navendî di saetên sibehê de civîya… Em jibo raya giştî radigîhînin ku mitînga ku me berê dîyarkiribû, wê sibê li Enqerê li Tandoganê pêk bianîya, me betal kir.”

Piştî kuştina leşkeran rojeva Tirkîyê yekser qulîpî. Îro li Stenbolê di bin serokatîya Erdogan ve lûtkeya ewlehîyê hate çêkirin.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Berevanîyê Yaşar Guler, Serokê Giştî yê Leşkerî Orgeneral Metîn Gurak, Serokê Dezhgehê Îstixbaratê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Komarîyê Fahrettîn Altûn û Serokê Şêwirmendên Sîyaseta Derve û Ewlekarîyê Akîf Çagatay beşdar bûn.

Li ser vê bûyerê Erdogan li gel Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Bahçelî û Serokê Giştî yê Partîya Baş Meral Akşener jî li ser xeta telefonê qise kir.

Wezareta Bergirîyên Netewî yê Tirkîyê herî dawî ragihand ku operasyonê wan li bakûrê Iraqê Metîna, Xakûrk, Garê û Qendîl, li bakûrê Sûrîyê êrîşên esmanî li ser şikeft, pênageh, strageh û tesîsên petrolan berdewam dike.

XS
SM
MD
LG