Dema ku welatiyên Tirkiyê yên li derveyî welat bo hilbijartinên gera duyemîn ya serokomariyê diçin ser sindoqan û amdekarî li hemû herêm û metroploên Tirkiyê tên berdwam kirin, bazarê siyasî yê hevirkîya gera duyan ya hilbijartinê gerim dibe.
Hevrikîya xurt ya di navbera Erdogan û Kiliçdarogu de we dike ku dengên rastgir û neteweparêzên Tirk ber bi xwe ve bikişînin, herî dawî berbijarê Sêyan yê ku ji pêşbaziya serokomariyê derkt Sinan Ogan ku zêdetirî 5% ya dengdan stend bûn ragihand ku ewê piştgîrî bide Erdogan, lê rojekê piştî daxuyaniya Ogan, Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag dîyar kir ku daxuyanîya Sînan Ogan ya ser piştgirîya ji berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan re tenê biryara wî bi xwe ye.
Çavdêr weha dibînin ku eger Kiliçdaroglo stratijîyek baş û helmetek xurtir ji gera yekê nede ber xwe dê Erdogan bi rihetî gera duyan qecenc bike.
Mediya rojavayî weha dibîne ku eger heta Erdogan biserkeve jî, dê pirsgirêk û astengiyên di rêka wî de her bimînin, bi taybet di pirsên weke têkiliyên bi serokê Rûsya Valdimir Putin re û kirîna sistema berevaniya Rûsî ya S-400, lêgerîna çavkaniyên enerjiyê li avên herêmî yên derya naverast û aloziyên di wî warî de yên bi Yunaistan û Qibrsê re hene, pirsa penaberan, demkorasiya li Tirkiyê û binpêkirinên azadiya ramanê û azadiya rojnamegerî li welêt di serdema desthilata Erdogan de, ev hemî pirsê dê ciyê nerihetîya Ewropa û cîhana rojavayî bin.
Derbarê pêşbîniyên gera duyem ya hilbiajrtinan Lêkoler û Rojnamevan ji Almanya Fehîm Îşik dibêje"Di tora duyem de bi rastî, mirov gava li encamê dinêre, herî nêz ku were hilbijartin Erdogan bixwe ye."
Îşik dide zanîn ku "kurdan di tora yekê ya hilbiajrtinan de bi rêjeyek bilind piştgîrî dan Kiliçdaroglu, lê diyare hilbiartinek demokratîk çênebû, di hilbijartinê de gelek lîstik pêkhatin, ji ber van lîstik û dek û dolaban mirov nikare pêşbîn bike ku Kiliçdaroglu dê serkeve."
Îşik dibêje, "aliyê ku encamên hilbijartinan derxe pêş aliyê nijdaperistiyê ye li Tirkiyê, hem Erdogan û hem jî Kiliçdaroglu di vê heyamê de pey ketine ku pirr dengên nijadperistan bigrin, girêdayî vê jî pirranî propagendayên millteperwerî, nijadperistî pêk tînin."
Girêdayî rewşa kurdan û rolê wan di hilbijartinên Tirkiyê de Lêkoler Fehim Îşik dibêje "Her du alî jî, Erdogan û hem jî Baxçelî zêdetir bi rengekî dijberîya kurdan jî dikin, Kiliçdaroglu ne bi rengekî eşkere lê kesên derora wî yên weke Meral Akşener dijberiya xwe ya li hember kurdan bi eşkere tîne ziman.
Professorê Zanîngeha Muş Alparslanê Dr. Abdullah Kiran, li dor gera duyan ya hilbijartinan dibêje"Eger ku di gera yekan de Erdogan 49.5% deng stend bin, bi nêrîna min di gera duyan de dê stendina zêdetirî 50% hêsan be û dikar bi hêsanî bigire, lê dîsan jî şanseke Kiliçdaroglu heye."
Dr. Abdullah weha dibîne ku "eger Kiliçdaroglu bi rastî siyaseteke demkoratîk bida pêşiya xwe û raya giştî bi demkorasiyê qayîl bikira, herwiha derbarê pirsa kurd de jî çend peyamên wêrke bida, dikarî bû şanesk wî çê bibaye."
Kiran weha dibîne ku her du berbijêr ketine di nava pêşbirkêya nasyonalîzmê de, ev jî weha nîşan dide ku demên zor û bizehmet li pêşîya Tirkiyê hebin.
Girêdayî heman rewşê Dr. Bîlal Samdûr Lêkoler û Mamostayê Zanîngehê nêrînek cudatir heye û ew dibêje ku "Di gera duyan de şansê Erdogan û Kiliçdaroglu mîna heve, reaksyonek gelek mezin li hember Erdogan heye, eger ku Kiliçdaroglu stratejîyek baş pêk bîne, îhtîmal heye ku biserkeve".
Dr. Bîlal weha dibîne ku heta "Erdogan qezenc jî bike, qelê Tirkiyê gelek jê acize, gelek jê ne memnûne, îcar civaka Tirkiyê nikare careke din îqtîdara Erdogan li ser xwe qebûl bike."
Astengiyên li Pêşiya Hikûmeta Nû ya Enqerê
Li gor encamên hilbijartina parlamenê (MHP)ê ku weke tevgereke neteweperist tê nas kirin û nêrînên wê yên li hember kurdan û pirsa kurdî li Tirkiyê gelek tund in, ku vê dawiyê di mediya ewropî de cih didin wê yekê ku eger Erdogan bi hevparên xwe yên MHPê re were ser desthilatê dê demokrasiya Tikriyê bikeve di metirsiyê de û azadiya ramanê û azadiya rojnamegerî li wî welatî dê keve bin givaştinan, ku niha bihezaran kes di dosyayên weke desthebûna ligel derbeya leşkerî ya sala 2016ê ya ne serkeftî, dosya girtina berpirs û endamên HDPê ku weke "Doza Kobanê" tê nas kirin, herwiha girtina karsaz û xêrxwaz Osman Kavala û hezaran kesên din yên ku niha di girtîgehên Tirkiyê de ne.
Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de 50 parlamanter derxistin, bi serketina Erdogan di gera duyan de dê bibe hevbarekî bi bandor di hikûmet û meclisa Tirkiyê de.
Dr. Abdullah Kiran derbarê MHP ku ji bo rojavayiyan weke astengî di hikûmeta nû de tê dîtin dibêje "Hikûmeta nû were ava kirin û MHP cih tê bistîne, ez ne bawerim ku ev dê zêde ewropiyan aciz bike, çûnkî ewropî naxwazin Tirkiye beşdarî Yekîriya Ewropa bibe, herwiha Tirkiye jî niha ji bo tevlî Yekîtiya Ewropa bibe dilxwaz nîne, her çende ku rexnên ewropiyan li ser demokrasiya Tirkiyê hene lê dîsan ew ji sistema Tirkiyê, ji sîstema serok Erdogan razîne, herwiha Tirkîye dibe çeperek ji bo penaberên ji welatên Rojhilata Navîn yên din tên û qesta ewropa dikin, jiber vê yekê ez ne bawerim di navbera wan de pisgirêkek sereke derkeve."
Lê Lêkoler û Rojamevan Fehim Îşik dibêje di van hilbijartinan "MHP hejmara ku mirov pêşbînî dikir ji wê jî zêdetir derxst, ev dê bandorê di parlemantoyê de zêde bike, herwiha kontral li ser Erdogan jî zêdebû, ev yek hem ji bo dahatoya Tirkiyê xetere, hem jî ji bo peywendiyên Tirkiyê bi cîhana rojavayî re jî xeter."
Îşik weha dibîne ku bi her awayî hebûna MHPê dê bibe astnegiyek mezin ji bo têkiliyan, ji bo guhertina Tirkiyê, ji bo demokrasî û azadiya Tirkiyê, herwiha ji bo mafên kurdan, li bakurê kurdistanê jî dê problemên mezin derxîne."
Li dawiyê Îşik got eger ev rola MHPê neşkê, guherîn li Tirkiyê hinde hêsan nîne.