Li Tirkîyê di 31 Adarê 2024’an de wê hilbijartinên şaredarîyê werin çêkirin. Jiber vê jî gelek kompanyayên ankêtê li ser rewşa partîyên sîyasî lêkolînan dikin.
Kompanyaya Lêkolîna Anketa DÎ-EN’ê ev 17 sal in ku li gelek bajarên Tirkîyê raportan amade dike û wan bi raya giştî re parve dike.
Li gor lêkolîna DÎ-EN’ê ya herî dawî, tê ragihandin opozîsyona Tirkîyê li hemberî desthilatîyê gelek lawaz e.
Koordînatorê Giştî yê DÎ-EN’ê Tacîre Baktaş ji Dengê Amerîka ragihand ku, di nav hilbijêran de dengdarên herî bi biryar yên Partîya Wekhevî û Demakrasîyê ya Gelan (HEDEP) e.
Tacîre Baktaş ji Dengê Amarîkayê re got, “Di hilbijartinê 14 Gulanê de opozîsyona Tirkîyê di hilbijartinê meclîsê de li hemberî AKP’ê û di hilbijartinên serokomarîyê de jî li hemberî Recep Tayyîp Erdogan şikestineke jiya. Opozîsyon hê nû tê ser xwe. Lê li gor lêkolînên me di nav hilbijêran de helbijêrên herî bi biryar û bi xwe bawer yên HEDEP’ê ne”.
Hin bajar hene ku wêneya mezintir ya Tirkîyê dîyar dikin ku li gor Baktaş Edenê yek ji van bajaran e. Ew radigîhîne ku di hilbijartinên şaredarîyan de navê berendaman ji navên partîyên sîyasî girîngtir e.
“Me ev yek di bajarê Edenê de dît. Şaredarî ana di destê CHP’ê de ye. Gava em behsa navê şaredarê ser kar Zeydan Karalar dikin ji sedî 34,20 derdikeve û dengê partîyên din zêde dibe. Lê gava em behsa navê Soner Çetîn dikin, ku ev bi xwe Kurd e, ji sedî 47,20 derdikeve û dengê partîyên din jî dadikevin û bi taybet jî hilbijêrên HEDEP’ê deng didin wî.”
Baktaş, bal dikşîne ser hilbijerên Kurd jî û radigîhîne ku, gava berendam Kurd be, hilbijêrên HEDEP’ê bêtir meyla xwe dide ser van berendaman, lê gava Kurd nebe jiberendaman gelek sar temaşe dikin.
Di vê hilbijartinê de AKP-MHP û hin partîyên din di bin Hevpeymanîya Gel de dikevin hilbijartinê, lê Hevpeymanîya Netew ana belavbûyî dixuye.
Baktaş pêşbînî dike ku di vê hilbijartinê de dibe ku HEDEP xwe nêzîkî AKP’ê bike û AKP jî dibe ku hin gavan bavêje:
“Di demên dawî de em dibînin ku HEDEP, xwe wek berê bi opozîsyonê re girê nade, dijane, xwe nêzîkî AKP’ê dîyar dike. AKP jî xwe bi şiklekî nêzîkî HEDEP’ê dike. Nimûne, Wezîrê Hundir biryarek girt û rê ji dayîkên aşitîyê re vekir û ewê êdî bikaribin ku Nobeta Aşitîyê li pêşîya Galatasarayê bigrin. Xeynî vî HEDEP jî dibêje em ji îtifaqan re vekirîne, di vê vekirîbûnê de dikarim bêjim ku AKP jî heye.”
Serokê Kompanyaya Lêkolînê ya Optîmarê Hîlmî Daşdemîr jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku di vê hilbijartinê de herî zêde şansê Hevpeymanîya Gel heye. Daşdemîr vê yekê jî bi serkeftina 14 Gulanê û hilbijartinên serokomarîyê ve girêdide:
“Di hilbijartinên Adara 2024’an de rêjeya Hevpeymanîya Gel her ku diçe bilind dibe. Opozîsyon li hemberî desthilatîyê di hilbijartinên 14 Gulanê de paşta ket. Jiber vî jî şansê desthilatîyê di vê hilbijartinên şaredarîyê de zêdetir xwe dîyar dike.”