Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gor Pêşbîniyan, Kurdên Tirkîyê Roleka Mezin li Guherîna Qanûna Bingehîn Dibînin


Li Gor Pêşbîniyan, Kurdên Tirkîyê Roleka Mezin li Guherîna Qanûna Bingehîn Dibînin
Li Gor Pêşbîniyan, Kurdên Tirkîyê Roleka Mezin li Guherîna Qanûna Bingehîn Dibînin

Li gor pêşbîniyan, Kurd roleka mezin dibînin dema Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bizavê dike ku qanûna bingehîna Tirkîyê biguhere. Qanûna bingehîn ya nuha, li sala 1982 û li demê desthilata leşkerî li Tirkîyê hate nivîsîn.

Rêberên Kurd dibêjin, dive ku qanûna bingehîna nû pênasînê bi hebûna Kurdan bike û mafê atonomî bide Kurdan.

Partiya Aştî û Demokrasîyê ya ser bi Kurdan li hilbijartinên giştî yên 12’ê Hezîranê serkeftineke berçav tomar kir û şiyan 36 endamên serbixwe bişînin parlamentoya Tirkîyê.

Hevdem, karbidestên Tirk radigihînin ku di şer û pevçûnekê de li rojhilata Tirkîyê, sê çekdarên gumanlêkirî ji layê hêzên parastinê ve hatin kuştin.

Karbidestan roja Sêşembî nasnama wan çekdaran eşkere nekir, lê serhildayên Kurd li devera başûrêrojhilat çalak in.

XS
SM
MD
LG