Derûnnas didin dîyarkirin ku qeyrana aborî li Tirkîyê psîkolojîya gel xirab dike û ji ber vî jî di nav civakê de tûndîtijîyên malbatî zêde dibin.
Li gor hin lêkolînan li Tirkîyê rêjeya mirovên nebextewer di van demên dawî de zêde bûye.
Derûnnasa Şareza Dr. Serap Duygulu ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku nebextîyarî ji hêlekê ve di nav malbatan de dibe sedema tundîyan û ji hêla din ve jî psîkolojîya gel têk dibe.
“Dema em dinhêrin li Tirkîyê qeyrana aborîyê di nav malbatê de kêşeyek pêk anîye. Êdî mirov li hemberî hev û li hawirdara xwe bêbawer, bi fikar, bi gumanên cidî temaşe dikin. Di hundir û derê mirov de êrîşkarîyekê xwe dîyar kirîye.”
Nûran Acar bi xwe karkerek e. Malbata wê li herêma Kurdan Çewlikê demeke dirêj e ku koçî Enqerê kirîye. Ew zewicîye û dayika 2 zarokan e. Gazinca wê ya herî sereke qeyrana aborî ye. Acar ji Dengê Amerîkayê re radigîhîne ku qeyrana aborî ya heyî him kêfa wan direvînê û him jî ew siberoja xwe nabîne û bi guman li jiyanê temaşe dike.
“Ez û mêrê xwe, em herdû jî kar dikin. Mûçêyên ku me digirt çend sal berê têra me dikir, lê niha ev têra pêdivîyên meyên bingehîn jî nake. Ev yek jî me dixe nav tirsekê û li ser derûnîya me bandoreke xerab çê dike.”
Acar gava di nav bazarê de digere û dema ku destê xwe davêje çi berhemî yekser li bihayê wê dinhêre û car din vedigerîne cihê wê.
“Ez niha di nav markêt de me, her tişt heye û ez her cûre berheman li vê derê dibînim. Lê mixabîn gava li bihayê çi temaşe dikim yekser ewî datînim ser refê wê. Di demên berê de, me bi ereba marketê tişt dikirîn, lê bawer bin em niha teketek nikarin bikirin. Wisa dixuye ku ev giranbûna tiştan dê mala me hemûyan bişewitîne.”
Tirkîye, li gor Endeksa Bextewerîya Dinyayê ya sala 2023’yan, di nav 137 welatan de ji rêza 77’an boy a 106’an çûye. Raporta Bextewerîyê dide dîyarkirin ku bextewerîya gelê Tirkîyê sal bi sal daketîye.
Derûnnasa Şareza Dr. Serap Duygulu dibêje qeyrana aborîyê di bêbextewarîya mirov de sedama herî mezin e.
Qeyrana aborîyê li Tirkîyê qeyraneke bêkariyê ye jî. Li gor daneyên sazîyên ne fermi, rêjeya kesên bêkar ji 20 mîlyonî zêdetir e. Lê li gor Desteya Statîstîka Tirkîyê (TUÎK) hejmara kesên bêkar 3 mîlyon û 337 kes in.