Di 6’ê Şibatê 2023’an de 2 erdhejên mezin li Mereşê li navenda Bazarcik û Elbîstan pêkhatibûn. Li gorî hejmarên resmî ser 50 hezar, lê li gorî hejmarên ne resmî jî tê dîyarkirin ku ser 200 hezarî kes mirine.
Di vê erdhejê de gelo çend apartman û di nav van apartmanan de jî çen xanî hilşîyane?
Dengê Amerîkayê belgeyên di derheqê apartman û xanîyên hilşîyane de ku ji alîyên Rêveberîya Rewşa Awarte û Felaketî (AFAD) û Serokomarîya Tirkîyê ve hatine amadekirin bi dest xist.
Li gorî vî jî 263 hezar û 577 apartman û di nav van de jî 708 hezar û 540 xanî êdî nayên bikaranîn.
Li gor van belgeyan li 11 bajarî; Edene, Semsûr, Amed, Xarpêt, Dîlok, Mereş, Meletî, Hatay, Kîlîs, Osmanîye û Riha bi tevahî 99 hezar û 604 xanî hilşîyane, 73 hezar û 836 xanî bi awarte pêdivîye were hilşandin, 535 hezar û 100 xanî jî bi giran zirar dîtîye û pêwîste werin hilşandin, bi tevahî jî 708 hezar û 540 xanî êdî nayê bikaranîn.
Di vê qada erdhejê de heke yek malbateke bi navendî ji 4 kesan pêk were, wê gavê jî li gor vê encamê di erdheja 6 Şibatê de nêzîkî 3 mîlyon kes bê xanî mane.
Li gor belgeyên AFAD’ê li bajarên Kurdan li Mereşê 121 hezar û 219 xanî, li Meletî 111 hezar û 134 xanî, li Semsûrê 68 hezar û 825 xanî, li Dîlokê 45 hezar û 361 xanî, li Xarpêtê 16 hezar û 598 xanî, li Rihayê 14 hezar û 72 xanî, li Amedê 12 hezar û 483 xanî, li bajarên Tirkîyê li Hatayê 287 hezar û 23 xanî, li Edene 7 hezar û 225 xanî, li Osmanîyê 20 hezar û 849 xanî û li Kîlîsê jî 3 hezar û 476 xanî têk çûne.
Li gor van rêjeyan jî li tevahîya bajarên Kurdan 389 hezar û 692 xanî, li bajarên Tirkîyê jî 318 hezar û 848 xanî bi tevahî 708 hezar û 540 xanî nayên bikaranîn.
Vê rûxandinê Yektîya Jurên Mihendîs û Mîmarên Tirkîyê (TMMOB) bi bêpilanîyê ve girê dide. Serokê Jûra Palankirina Bajar yê TMMOB’ê Gencer Serter ji Dengê Amerîkayê re rahgihand ku hek li qada erdhejê de çareserîyek tê xwastin pêwîste fikrekî bi giştî were çêkirin:
“Ev erdhej li 11 bajarî li ser 13 mîlyon û 500 hezar kesî bandor veda. Sedama vê zîyana mezin bê planî ye. Heke li vê derê tê xwastin ku ev pirsgirêk werin çareserkirin pêwîste bajarên ku rûxîne bi tevahî werin sazkirin. Di warê avahî, sinayî, bazirganî, veguhastin û gelek tiştên din de werin avakirin.”
Li devera erdhejê de hêjî gelek pirsgirêkên civakî û derûnî xwe dîyar dikin. Akademîsyen Sanem Kulak Gokçek pirsgirêkên civakî ku li cîyê erdhejê de travmayên ku pêk anîye ji Dengê Amerîkayê re şîrove kir. Gokçek ev yek wiha anî ziman:
“Piştî erdhejê gelek kêşeyên derûnî pêkhatin. Bê xanî mayîn bi tena serê xwe travmayeke mezin e. Mexdûrên erdhejê di hêleke de di bin travmaya felaketê de ne di hêla din de jî travmaya civakî li ser wan her ku diçe zêde dibe. Ev bajarên ku ana hilşîyayîne jî derûnîya gelê vê derê her roj bêtir xirab dike. Heke dewlet gaveke sîstematîk nevêje pirsgirêkên civakî jî wê zêdetir bibin.”