Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Sazîya Dîyanetê Cezakirina Sîyasetvanên Kurd Dixwaze


Avahîya Dîyanetê li Enqerê.
Avahîya Dîyanetê li Enqerê.

Serokatîya Karên Dîyanetê ya Tirkîyê derbarê Doza Kobanê daxwaznameyek şand, tê de kesên ku di vê dozê de têne darizandin tewanbar kir.

Di daxwaznameya Serokatîya Karên Dîyanetê de 108 sîyasetmedarên Kurd ku di vê dozê de têne darizandin wek “jirêketî” û “bingeha olî dihejînin” sûcdar dike:

“Yên ku di vê dozê de têne darizanin, bi kar û barên xwe rewşa civakê di warê olî de di binî de dihejînin û encameke ku pêkan nîne were telafîkirin derxistine holê. Ewan bi kar û barên xwe ji hin grûbên jirêketî re rê dane vekirin.”

Serokatîya Karên Dîyanetê ya Tirkîyê cara yekê di sala 1924’an de hatîye damezirandin. Hemû karên bawerîya Îslamê, peristin û exlaq di bin rêveberîya vê sazîyê de tê meşandin.

Dîyanet li Tirkîyê ji çêkirina mizgeftan, destnîşankirina mele, miftî û hemû ayîndeyan birêve dibe û budceyeke mezin jî jibo vê sazîyê hatîye veqetandin.

Di sala 2014’an de deme rêxistina terorîst DAIŞ’ê êrîş biribû ser Kobanê, di wan deman de Dîyaneta Tirkîyê di daxûyanîyeke xwe de ev rêxistin bi navê “cîhadîst” pênase kiribû.

Berî du rojan, anko 2’ê Tebaxa 2023’an, li Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê di Dadgeha Cezaya Giran ya 22’an de 53’emîn rûniştina Doza Kobanê hate li darxistin. Di vê dozê de 18 kes girtî bi tevahî 108 endam û karbidestên HDP’ê têne darizandin.

Li pêş girtîgeha Sîncanê, Enqere.
Li pêş girtîgeha Sîncanê, Enqere.

Serokatîya Karên Dîyanetê jî jibo ku ev kes werin cezakirin daxwaznameyek ji heyeta dadgehê re şandîye.

Parêzerên Doza Kobanê ji heyeta dadgehê xwestin ku bila ev daxwaznameya Dîyanetê were derxistin, lê heyetê daxwazên parêzeran red kir.

Di 7'ê Tebaxê de wê rûniştina Doza Kobanê careke din berdewam bike.

Parlemanter û Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê ya Partîya Çep ya Kesk Serhat Eren, li hemberî daxwaznameya Dîyanetê bertek nîşan da û ragihand ku ev sazî rola dozgerîyê daye ser milê xwe.

Serhat Eren li dema preskonferansekê li navenda HDP'ê li Enqerê.
Serhat Eren li dema preskonferansekê li navenda HDP'ê li Enqerê.

“Gava DAIŞ’ê li hemberî Kurdan komkûjî çê dikir, ew dem Dîyanet bê deng bû û Dîyanetê DAIŞ wek rêxistineke cîhadîst bi nav dikir. Lê îro rabûye hevalên me bi mirovkujîye, bêexleqîyê û şêlandinê sûcdar dike. Li vê derê ya rastî sûcdar Dîyanet bi xwe ye. Ji bo ku vê sazîyê piştgirî da DAIŞ’ê,” Eren ji Dengê Amerîka re got.

Hevberdevkê Partîya Çep ya Kesk Îbrahîm Akin û şanda ligel wî jî beşdarî rûniştina 53’an ya Doza Kobanê bûbûn. Akin li pêşîya Salona Danaşîna Kampûsa Girtîgeha Sîncanê daxûyanîyek da û ragihand ku ev doz bi tevahî dozeke dek û dolaban, bê hiqûqîye û armanca vê dozê jî ewe ku bi kumpasan HDP’ê bigrin.

Raporta Eyûp Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00
XS
SM
MD
LG